Navenda Nûçeyan - Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) rapora 48 rojên li ser xwepêşandanên ku li Îran û Rojhilatê dest pê kirin û li seranserê welêt belav bûne, weşand. Li gorî raporê, hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 7 hezar û 8 kesan ku 214 ji wan hêzên rejîmê û 66 jî sivîlên ku beşdarî xwepêşandanan nebûne.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya der barê çalakiyên li Îran û Rojhilatê de eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 11 hezar û 703 mirin hê tên lêkolînkirin. Hat detsnîşankirin ku hejmara miriyan gihîştiye 25 hezar û 845'an û bi giştî 139 jê xwendkear 53 hezar û 344 kes hatine girtin.




