Hozan Şahsenem Bacî jiyana xwe ji dest da

Yekemîn hozana jin a Tirkiyeyê Şahsenem Bacî, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Hat diyarkirin ku Şahsenem Baciya 79 salî ku li Stenbolê dihat dermankirin, ev demeke dirêj bû bi nexweşiya Alzheîmerê jî têdikoşiya. Şahsenem Baci, piştî merasima ku dê sibê saet di 16.00 de li Dergeha Karacaahmet Sultan a Stenbolê bê lidarxistin, ew ê ji bo rêwîtiya dawî li gel keça xwe Efsun Bîngol li Ayvalikê bê definkirin.

Navê rastî ya hunermendê ku di sala 1943’an de li gundê Boyaliyê ya Sarikamişê a Qersê ji dayik bûye Şahsenem Akkaş e. Di temenekî biçûk de fêrî baglama bû. Yekemîn hozana jin a Tirkiyeyê Şahsenem Bacî ku bal dikşîne mijarên wekî hezkirina welat, evîndarî, koçberî û hesret, piştre pirsgirêkên civakî jî anî ziman. Li Qers, Konya, Enqere û Îzmîrê jiyan kir.

Karê wê ya muzîkê ya profesyonel, di sala 1974'an de dema ku li Konyayê diçû dawetan, dest pê kir. Şahsenem Bacî ku nêzî hezar helbest û 150 kilamên wê hene, di sala 1975’an de Hacî Bektaş û di sala 1976’an de di festîvalên Evîndaran a Antalyayê pileya yekemtî girt.

Şahsenem Bacî ku heta niha 5 albûman amade kirin, hin helbestên xwe di pirtûka binavê 'Söz Nereye' de kom kir.