Bi hezkirin û dildarî bi zimanê Kurdî mamostetiyê dike

Êlêna Mihemed a ku berî 20 salan ji Moldovayê berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê, bi dildarî û hezkirinek bêsînor fêrî zimanên din dibe, sê astên Zimanê Kurdî dixwîne û niha dersa matematîkî dide şagirtên refên amadeyî.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Êlêna Mihemed a ku bi eslê xwe ji welatê Moldovayê ye ku yek ji welayên Ewropayê ye û dikeve rojhilatê Ewropayê di navbera Romanya û Ukranyayê de ye. Êlêna piştî ku Zanînegehê, beşa matematîkê li Moldovayê bi dawî dike, di sala 2003'an de tê Rojava. Êlêna Mihemed niha li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî her wiha di Dibistana Keramê ya li ser çar kolanan dikeve, ji sala 2014'an ve mamostehiyê dike dersa matematîkê dide şagirtên refên amadehî.

'Derbasbûna welatekî din wekî derbasbûna cîhaneke nû ye'

Êlêna Mihemed got ku dema mirov ji cîhanek derbasî cîhaneke din bibe ne tiştekî hêsan e û wiha domand: "Bêguman tu di civakekê de dijî, tu fêrî hemû hûrgulî û ziraviyên wê dibî ji ziman, çand, bawerî û têkiliyên wê. Lê derbasbûna welatekî din ji min re wekî derbasbûna cîhaneke nû bû, her tişt ji ziman, çand û kevneşopiyên wê ji min re nû hat. Ji ber wê jî wextekî baş ji min re lazim bû ku ez nas bikin û paşê bikevim kûrahiya wê."

'Ya girîng fêrbûna rêzimanê Kurdî û demê bû'

Êlêna Mihemed da zanîn ku piştî çûyîna wê ya astên zimanê Kurdî, şaşîtiyên nivîskî û devokiya wê hatine sererastkirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Di sala 2014'an de yekem car, ez derbasî astên zimanê Kurdî bûm. Gelek şaşîtiyên nivîskî û devokiya min hebûn lê min pê dernedixist. Piştî ku min her sê ast bi dawî kirin, nû ez baş fêrî rêzimanê Kurd bûm. Ji min bû destpêkê hemû peyv û tîpên zimanê welatê me û vir wekî hev tên nivîsandin lê ne wiha bû. Nû min cudahiya wê nas kir, tîp wekî hev bûn ji ber latînî bûn lê belê hîn bêtir min rêziman û demên wê nas kir. Ez nabêjim ku ez gihîştime asteke pir bilind, ji ber hîn lazim e em xwe bi pêş bixin.”

'Mêvanperwerî û têkiliyên civakî li pêş in'

Êlêna Mihemed da payin ku ya civaka Moldovayê ji civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda dike mêvanperwerî ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Têkiliyên li vir ji yên li welatê me gelekî baştir in, dilê civaka vir li ser hev e û fikirandinên wan jî wiha ne.Têkiliyên civakî yên vir hişt ku ez zû fêrî ziman bibim. Lê li welatê me her kes bi xwe mijûl dibe û tenê di sînorên çar dîwarên mala xwe de dimînin. Têkiliyên civakî û cîrantiyê pir li pêş in li vir. Ya din jî paqijiya jîngehê, li vir ne wekî li Moldovayê ye, li vir di vê demê de çanda paqijî û xwedîderketina li jîngehê pêşketî ye. Divê em guh bidin xwezayê û xwedî lê derkevin."

'Berê xwe bidin pirtûkxaneyan'

Êlêna Mihemed girîngiya fêrbûna zimanê dayikê anî ziman û got ku Kurdî jî wekî zimanê Erebî girîng e û wiha domand: "Girîng e her netew zimanê xwe yê dayikê bizanibe, Kurdî jî wekî Erebî girîng e. Li vê herêmê her du ziman jî girîng in ku her kes bizanibe lê dema ku tu Kurd bî neçar î fêrî Kurdî bibî û xwedî li koka xwe derkevî. Bi vê gavê re hem zaniest bi pêş dikeve hem jî bîra civakê ya ku ber bi jibîrkirinê ve diçû zindî dibe û ew bîr dewlemendtir dibe. Pêşketina civakê bi pêşketina zanist û ziman ve girêdayî ye. Di pirtûkxaneyan de bi hezaran pirtûk hene ku mirov jê sûdê bigre, hîn bêtir xwe û çanda civaka xwe nas bike."

'Matematîk fêmkirin û dayîna fêmkirinê ye'

Êlêna Mihemed wiha behsa dersa ku dide dike: "Pirbûna zimanan û fêrbûna wan bi qasî xweşiya wê, zoriyên wê jî hene. Zimanê min ê dayikê Romanî, Rûsî li dibistanên Moldovayê fêr bûm û zimanê Kurdî jî li vir fêr bûm her wiha Îngilîzî û fransî jî dizanim lê kêm e. Mînak niha ez dersa matamatîk li dibistanan didim şagirtan lê belê divê ku ez fikrên baş bigihîjînim şagirtan û têbigihîjin. Ji ber matematîk ne tenê zagon û hesab in divê ku tu baş wan fêm bikî û bidî fêmkirin jî."

Gera li dora cîhanê xeyaleke li benda pêkanînê ye

Êlêna Mihemed di dawiyê de wiha behsa xeyalên xwe dike: "Her mirovek xwedî xeyaleke yan jî zêdetir e. Ew jî hem wext û hem jî derfet jê re lazim e ku wan xeyalan veguherîne rastiyê. Min dixwest gelekî bigerim, welatan, netew, kevneşopiyên wan nas bikim. Ger derfet çêbibin ez ê dest bi pêkanîna xeyalên xwe bikim."