“Hilbijartina pêşwext pirsgirêkên heyî çareser nake”

Berdevka Fraksiyona YNK’ê Sûzan Mensûr der barê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê de diyar kir ku hilbijartin wê nebin çareseriya pirsgirêk û qeyrana heyî ya li Iraqê.

Navenda Nûçeyan- Pirsgirêka navxweyî ya Iraqê her ku diçe kûrtir dibe û behsa dubre hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê tê kirin. Encama hilbijartinên pêşwext weke çareserî tê dîtin lê belê berdevka Fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK’ê Sûzan Mensûr ku parlamentera Iraqê ye da diyarkirin ku hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ji bo pirsgirêkan nabin çareserî.

Berdevka Fraksiyona YNK’ê Sûzan Mensûr di hevdîtineke bi medyaya fermî ya partiya xwe re dibêje: “Çaresekirina pirgirêkên parlamentoya Iraqê bi hilbijartinên pêşwext tu guhertin di qeyrana siyasî ya niha li Iraqê de çênake û rewşa siyasî nayê guhertin. Ger hilbijartinên pêşwext werin kirin, tê wê wateyê ku zagon divê were guhertin. Bêguman pêwîstiya wê jî bi demê heye, encax bi goftûgoyê dikare qeyarana siyasî ya heyî were çareserkirin.”