Hikûmeta Îspanyayê gavêk mezin avêt: Destûra regl
Îspanya bi biryara xwe ya betlaneya reglê re li Ewrûpayê gavêk mezin avêt. Pêşnûmeya ku ji bo jinan heta pênç rojan destûra regilê dide, hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan - Pêşnûmeya qanûnê ku mehê 3 rojan destûr dide bi taybetî jinên xebatkar ên ku di demên regil de êşê dikişînin, Ji aliyê hikûmeta Îpanyayê ve hat qebûl kirin.
Ev betlaneya ku ji bo jinan sê rojan tê pêşbînîkirin, lê rewşên pir bi êş de dê karibe bibe pênc roj. Pêşnûme, wek perçeyek pêşnûmeqanûnek berfireh a li ser tenduristiya zayînê û mafên kurtajê hate amadekirin.
Her wiha pêşnûmeyê pêkhatina rakirina baca li ser berhemên hijyenê û ev berheman li girtîgeh, dibistan û di navendên ji gel re vekire de bêmûçe be jî dihewîne. Di çarçoveya pêşnûmeyê de mijara berfirehkirina mafê kurtajê jî tê nîqaşkirin.