Hîba Fteih û çîroka rêwîtiya rojnamegeriya wê
Di destek de mikrofon di destê din de keça wê ya biçûk. Ev dîmenê rojane yê nûçegihana Ronahî TV Hîba Fteih e ku 8 sal in di qada ragihandinê de dixebite û hewl dide di warê evîna xwe ya ragihandinê û berpirsiyariya dayîkbûnê de hevsengiyê çêbike.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Medya yek ji qadên girîng ên civakê ye ku rastiya jiyanê belge dike, dengê gel digihîjîne raya giştî û pirsgirêk, êş û serpêhatiyên mirovan diteyîsîne. Di vê qadê de jin jî bi hebûna xwe ya çalak roleke girîng dilîzn û bi taybetî di qada ragihandina meydanî de gavên mezin davêjin.
Di nava van jinan de nûçegihana Ronahî TV Hîba Fteih jî heye. Hîba, di sala 1997’an de li Tebqayê hatiye dinyayê û bi eslê xwe ji Tebqayê ye, niha li Hesekê dijî û 8 sal in di qada ragihandinê de dixebite. Di van salan de li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava civakê de bûye, êş û pirsgirêkên wan belge kiriye û hewl daye dengê wan bigihîjîne raya giştî.
Hîba di heman demê de dayîka sê zarokan e, hewl dide di navbera karê ku jê hez dike û berpirsiyariya dayîkbûnê de hevsengiyê ava bike. Di vê riyê de, keça wê ya biçûk Mêla jî gelek caran bi wê re li qada kar e.
Ji bo Hîba ragihandin parçeyek ji jiyanê ye
Hîba 8 sal in di qada ragihandinê de dixebite. Di van salan de li qadên siyasî û aborî jî xebitiye lê ji bo wê ragihandin tenê bi qadeke kar ve sînordar nîn e, ji bo wê girîngtirîn tişt ew e ku di nav civakê de be, jiyana wan bibîne û dengê wan bigihîne raya giştî û wiha dibêje: “Piştî van 8 salên bi ezmûn û tecrûbe, ez nikarim xwe di qada din de bibînim. Ez dikarim di her qadê de bixebitim lê xwe di nav gel de, li qada ragihandinê û di nav pirsgirêkên civakê de dibînim. Ji bo min ev kar tenê pîşeyek nîn e, parçeyek ji jiyana min e.”
Hîba di van salan de li Tebqa, Reqa, Dêra Zor, Minbic, Dêr Hafir, Meskene û gelek gundewaran kar kiriye. Bi taybetî nêzî 7 salan li Tebqayê bi gel re bûye û jiyana wan, êş, çalakî, çand û adetên wan tomar kiriye.
Hîba li qadên şer û êrîşan jî bûye û dîmen û rastiyên li deverên cuda rû dane belge kiriye. Di çalakiyên civakî de cih girtiye û bi jinan re jî xebitiye, êş û destkeftiyên wan aniye ber çavên raya giştî.
‘Astengiyên jinên rojnamevan wekî şerekî ye’
Hîba dibêje ku jinên rojnamevan di riya xwe ya kar de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Hişmendiya mêran hebûna jinan û rola wan bi taybetî di qada ragihandinê de qebûl nake û wiha pêl da gotinên xwe: “Jinên rojnamevan di vê qadê de gavên mezin avêtine û cihê xwe di civakê de girtine. Em di civakek wisa de dixebitin ku berê hebûna jinan wekî rojnamevan bi hêsanî qebûl nedikir, bi taybetî di civaka Ereb de. Lê îro jin di qada ragihandinê de roleke girîng dilîzin û bi karê ku dikin hebûna xwe îsbat dikin.”
Li gorî Hîba, karê medyayê ji bo jinan her dem hêsan nîn e û jinên ku di vê qadê de dixebitin divê xwedî hêz, biryardar û berxwedêr bin.
Her wiha diyar kir ku gelek caran jin bi astengiyên civakî û siyasî re rûbirû dimînin û wiha bilêv kir: ”Carna hinek kes li jina ku bi kamera yan mikrofonê derdikeve qada kar, bi awayekî cuda dinêrên. Hinek kes jî ji bo dayîna hevpeyvînê razî nabin. Ez van hemûyan di nava astengiyên ku me di van 8 salan de derbas kirine de dibînim. Ji bo min ev wekî beşek ji şerekî ye ku jinên rojnamevan divê di qada kar de derbas bikin.”
Di navbera kar û malbatê de
Karê nûçegihaniya meydanê ji bo Hîba tenê saetên diyarkirî nîn e. Nûçegihan divê li gorî guherîna rewşê, bûyeran û pirsgirêkên civakê her dem amade bin.
Hîba dibêje ku hevsengkirina karê meydanê ku dikare di her demê de bangê wê bike û berpirsiyariya malbatê ji bo wê hêsan nebûye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Du zarokên min dikarin biçin dibistanê û baxçeyên zarokan, an jî dema ez li kar im, li gel malbatê dimînin. Lê Mêla ku niha temenê wê salek û du mehî ye, hema hema her dem bi min re ye. Ji ber vê yekê, ji bo min hevsengkirina kar û barê dayîktiyê mijara têkoşînê ye.”
Di destek de mîkrofon di destê din de Mêla
Ji bo Hîba, yek ji zehmetiyên herî mezin ên vê demê ew e ku karê wê bi jiyana Mêla re tevlîhev dibe. Ew dikare rojê li ser riyan, li bazaran, çalakiyan, meşan, civînan û bernameyên zindî be û di nava van hemû şertan de divê li ser karê xwe bisekine. Di van şertan de Mêla jî bi dayîka xwe re li qada kar e.
Hîba dibêje ku carna dema hevpeyvîn an jî ragihandina zindî dike, Mêla di destê wê de ye û mîkrofon di destê din de ye û wiha anî ser ziman: “Carna dema ez hevpeyvînê dikim an jî di weşana zindî de pêşkêşvaniyê dikim, Mêla di destek min de, mîkrofon di destê din de ye. Hinek caran fotograf an jî kesên li cihê bûyerê alîkariya min dikin.”
Her wiha destnîşan kir ku tevî gera bi zarokekî biçûk re di qada kar de gelek zehmet e jî wê hilbijartiye ku Mêla bi xwe re bibe û wiha axivî: “Ez naxwazim Mêla ji min dûr bimîne. Dixwazim ew li cem min mezin bibe û jiyana min bibîne. Ji ber vê yekê, tevî hemû zehmetiyan, ez wê bi xwe re digerînim”
Ne dixwaze ji karê xwe dûr bikeve ne jî ji peywirên dayîktiyê
Hîba dibêje ku evîna wê ya ji bo karê ragihandinê û girêdana wê bi Ronahî TV re hêza domandina vê riyê dide wê û wiha domand: “Piştî 8 salan xebat û derbasbûna ji gelek zehmetiyan, ez nikarim dev ji karê xwe berdim. Heke ez dev jê berdim dê wisa hîs bikim ku ez vegeriyam destpêkê. Ez ji karê xwe hez dikim û naxwazim ev evîn bibe sedem ku ez ji zarokên xwe dûr bim.”
Wê got ku ew hewl dide di navbera kar, zarokan û malê de hevsengiyê biparêze û tevî hemû zehmetiyan, jixwe ji rewşa xwe razî ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her zehmetiyeke ku ez di vê riyê de derbas dikim, ji bo min bihayê tiştê ku ez jê hez dikim e. Ez ji karê xwe hez dikim û dixwazim di heman demê de dayîka zarokên xwe jî bim.”
Xewna ku dixwaze ji zarokên xwe re bihêle
Hîba dixwaze zarokên wê di pêşerojê de bizanibin ku dayîka wan, tevî hemû zehmetiyan, dev ji xewna xwe bernedaye û wiha didomîne: “Ez dixwazim zarokên min di pêşerojê de bizanibin ku dayîka wan ji ber zehmetiyan dev ji xewna xwe berneda. Zarok ji dayîkên xwe gelek tiştan hîn dibin. Dixwazim zarokên min jî fêr bibin ku zehmetî nebe sedem mirov dev ji xewn û armancên xwe berde.”
Hîba digot ku di nav sê zarokên wê de, ew hêvî dike Mêla di pêşerojê de riya wê bigre û bibe rojnamevan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku sibê Mêla mîkrofonê ji destê min bigre. Zaroka ku îro li qada ragihandinê bi dayîka xwe re ye, dibe ku sibê riya dayîka xwe hilbijêre û bibe rojnamevan.”