“Hêzên parastinê hebûna me ne”
Ruxmê tevahî êrîş û zextên hikûmeta Iraq, PDK’ê û dewleta Tirk jî gelê Şengalê bi pêşengiya dayikên xwe ji bo parastina Êzdîxanê di berxwedanê de ye û diyar dike ku dê tu carî rê nede fermaneke nû.
EVÎN ZENDA
Şengal - Şengal di bin êrîşên peymana 9’ê Cotmehê, ya ku bi hevkariya PDK, dewleta Tirk û Hukumeta Iraqê pêk hatibû de ye. Ji bo ku civaka Êzidî ya ku ev 7 sal in parastina xwe bi zarokên xwe dike, êdî nekaribe xwe biparêze û rêxistinbuna xwe bihêz neke, di van salan de rastî her cure êrîşan hat. Di 18’ê Nîsanê de dewleta Tirk, careke din PDK’ê û artêşa Hikumeta Iraqê xist tevgerê, ji bo ku hêza parastina hundirîn (asayiş) û hêzên YBŞ û YJŞ’ê tune bikin û li cihê wê hêzên ne xêrnexwaz ên civaka Êzidî, yên ne diyar in ka kî ne bi cih bikin. Li dijî hewldana dagirkirina Şengalê Asayîşa Êzidxanê ji bo parastina gelê xwe bersiva êrîşan dan. Li dû şerê li Nahiyeya Sînunê û Komelgeha Dugurê, vê carê PDK bi gotegotên xwe yên derew xwestin gel bitirsînin û gel Şengalê vala bikin. Li ser vê yekê ji aliyê sazî û dezgehên Şengalê ve ji gel re rastiya van provakasyonan hat vegotin. Rûxmê tevahî êrîş û zextên artêşa hikumeta Iraqê, PDK’ê û dewleta Tirk gelê Şengalê bi pêşengiya dayikên xwe ji bo parastina Êzdîxanê di berxwedaniyê de ye û dibêje ku ew ê bi sekn û têkoşîna xwe pêşî li fermaneke din bigre.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo derbarê peymana 9’ê Cotmehê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna xeyalên xwe hukumeta Iraqê û PDK’ê bikar tîne û di encamê de êrîş li ser Kurdistan û Êzdîxanê çêdibin û got ku dayikên Şengalê dê rê nedin tunekirina vîna gelên azadîxwaz.
“Hikumeta Iraqê di fermanê de berpirsiyartiyên xwe pêk neanî”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo di destpêka gotinên xwe de şervana YJŞ’ê Faraşîn Şengalî û şervanê YBŞ’ê Şervan Êzdîxan ên ku di encama êrîşên artêşa Iraqê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha rewşa Şengalê niha nirxand: “Ji bo peymana 9’ê Cotmehê pêk bê her tiştî dikin, ev siyaseteke qirêj e ji bo tunekirina Êzidxanê ye, ji bo wê em weke gelê Şengalê li dijî ne. Hikumeta Iraqê ne hikumet e, ger hikumet bûya êrîşê bawerî û civakên li ser erdê Iraqê nedikir. Iraqê dest daye destê dewleta Tirk û PDK’ê û ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê her tiştî dikin. Hukumeta Iraqê di fermanê de jî piştî fermanê jî ji civaka Êzidî berpirsyar bû lê berpirsyariyên xwe pêk neanî. Îro jî ji bo destkeftiyên ku vê civaka ji fermanê rizgar bûye ji xwe re ava kir dixwaze tune bike, gelo maqul e em destûr bidin vê yekê? Em vê yekê tu caran nepejirînin.”
“Kazimî ji bo berjewendiyên xwe Iraqê difiroşe”
Şemê Remo di berdewamiya gotinên xwe de got ku ger artêşa Iraqê hêza xwe ya ku niha ji bo vîna civaka Şengalê li vir bi cih kiriye, di fermanê de bi erkê xwe rabûya, parastinê kiriba dê ferman çênebûya û wiha domand: “Ji ber hukumeta Iraqê ava nebûye û niha di rewşa xwe ya herî lewaz de ye tevahî dewletên ku çav berdane Rojhilata Navîn dixwazin jê sûdê bigrin û ji bo xwe wê bi kar tînin û bi destên artêşa Kazimî û PDK’ê êrîşê civakan dikin. Artêşa Iraqê ji bo ku Şengalê bê parastin bihêle niha di tevgerê de ye. Em bang li serokê Iraqê dikin û dibêjin bes bila êdî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî Iraqê nefiroşe.”
“Hêzên Parastina Êzdîxanê hebûna me ne”
Dayê Şemê Remo bal kişand ser girîngiya Hêzên Parastina Êzdîxanê û wiha got: “Asayîş ji bo me hebûn e ger asayîşa me tune bikin tê wateya ku Êzdîxanê tune dikin ew dixwazin Şengal bikeve destên PDK’ê û Hikumeta Kazimî ger ferman çêbibe zarokên xelkê me naparêzin xwe di ber me de nadin kuştin, lê zarokên me wê xwe feda bikin. Ji bo wê em dixwazin ku zarokên me parastina me bikin û ev mafek me yê rewa ye. Ew dizanin ger ku parastina Êzdîxanê ji Êzdîxanê bi xwe be wê nikaribin Şengalê û çiyayên wê ji dijminan re pêşkêş bikin ji bo wê dixwazin zarokên me yên ku parastina me dikin nemînin.”
“Dixwazin fermaneke nû li serê me rabikin”
Dayê Şemê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser kiryarên hikumeta Iraqê û got: “Eyb e ji hikumeta Iraqê re. Zarokên me yên ku rûmeta Iraqê parastine şehîd dixe, eyb e ji hukumeta Iraqê re ku dibe sedem gel careke din koçber bibe. Zarokên me ditirsînin, loma ji me re dibêjin dayê careke din DAIŞ hatiye? Van zarokan ferman dîtin divê careke din rastî hovîtiyek bi wî rengî neyên.”
“Dema pêwist kir emê weke dayîkên Şengalê çek hilgirin”
Dayê Şemê di dawiya gotinên xwe de biryardariya dayikên Şengalê bi van gotinan anî ziman: “Em weke dayikên Şengalê dema pêwîst bike li dijî dagirkerên bawerî û çanda xwe em ê çek hilgirin em ê li gel zarokên xwe şer bikin. Em ji her tiştî re amade ne. Heya rih di bedena me de hebe em ê Êzîdxanê û çiyayên xwe biparêzin. Heya niha me rê nedaye planên qirêj ji vir û şûnde jî em rê nadin van planên qirêj. Ger bi me dayikên Şengalê tenê mabe jî em nahêlin ku Şengalê vala bikin, em nahêlin destkeftiyên Êzîdxanê yên bi xwîna şehîdan hatine avakirin tune bikin.”
“Yên dibêjin ez bi navê tawisê melek bange dikim, bila pişta zarokên xwe bigirin”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo herî dawî jî bang li civaka Êzîdî kir û wiha got: “Banga min ji Êzdîxanê re heye mirovê ku bêje ez Êzidî me û xof û mirweta min heye û yê dibêje ez bi navê tawisê melek bange dikim, bila pişta zarokên xwe bigirin Êzîdxana xwe biparêzin ger dilê wan li ser war û baweriya wan dişewite bila werin em bi hev re li dijî van planan rabin.”