Heyeta Jinan a Rojava li Zurîhê bi rêxistinên jinan re civiya

Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Zurîhê bi rêxistinên jinan re civiya û ji bo çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê banga piştevaniya navneteweyî kir.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi rêxistinên jinan û komên piştevaniyê re civiya. Şandeyê têkildarî têkoşîna jinan, ezmûna xweseriyê û lêgerîna çareseriya demokratîk peyam dan.

Şande di saetên nîvro de beşdarî weşana taybet a Radyo Lora bû û têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û Rojava agahî dan. Endamên heyetê destnîşan kirin ku armanca serdanên li Ewropayê, tevkariya ji bo “avakirina Sûriyeyek demokratîk e”.

Heyetê geşdanên li herêmê ragihand

Di saetên şevê de şande tevlî civîna li Feministisches Streikhaus (Mala Grevê ya Femînîst) bû. heyetê bi organîzasyona Komîteya Rojava, Meclîsa Jinan a Beriyan û Pira Xwişk-Biratiyê ya Zurîh-Amed geşedanên li herêmê ragihand. Heyetê têkildarî rola jinan, ezmûna xweseriyê û xeteriyên siyasî nirxandin kir.

‘Têkoşîna azadiya jinan didome’

Endamên şandeyê destnîşan kirin ku rêveberiya demkî ya ji bo 5 salan hatî avakirin, di hiqûqa navneteweyî de ti pêşwaziya wê nîne û diyar kir ku zagona bingehîn encex bi hikûmeteke mayînde derbasdar be. Hat diyarkirin ku Ehmed El Şara ji sêyan yekê parlamentoyê li gorî îradeya xwe tayîn kiriye, ev yek derhiqûqî ye. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye, parastina wê wezîfeya esas a jinan e.”

Heyetê diyar kir ku tevgera jinan helwesteke dijberê mêran raber nake û ev tişt got: “Em li hemberî hevdû rêzdar in, em li hemberî mêran jî rêzdar in. Ev têkoşîn têkoşîna azadiya civakî ye. Xwerêvebirina her herêmekê dê mafên hemû gelan û jinan bixe bin ewlehiyê.”

‘Divê Swîsre hîn aktîftir bibe’

Heyetê bal kişand ser encamên neyînî yên şer û diyar kir ku 20 hezar birîndar û bi hezaran nûnerê têkoşînê didomînin. heyetê got, zagona bingehîn a nû divê bi tevlîbûna hemû gelan were amadekirin.

Heyetê hevdîtinên xwe yên li Ewropayê jî ragihand û anî ziman ku gelek welat naxwazin meseleya Kurd bikin rojev, lê mijar bi taybetî ji Tirkiyeyê li ser rojeva navneteweyî hatiye rûnişkandin. Heyetê îşaret bi rola Swîsreyê ya têkildarî mafên mirovan û demokrasiyê kir û got: “Zexteke erênî heye, lê belê Swîsre niha li cihê rast nîne.”

Şandeya jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan Jorjêt Bersûm pêk tê.