‘Heya daxwazên me pêk bên, dê berxwedana me dom bike’

Çalakiya nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan berdewam dike û diyerkirin ku heta dxwazên wan neyên pejirandin wê berxwedaniya xwe bidomînin.

Amed- Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan, di roja 357'an de li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê de berdewam dike. Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan ku di girtegeha Bolu ya Tipa F û destek û çavek yê wî neyî Nazîme Boltan axivî û got: “Hema bêje ev salek ya me wê temam bibe, em li edaletê digerin, lê belê weke tê ditin tu edalet nîne. Çi be bila bibe heta dawiya emrê xwe emê li edaletê bigerin.”

 Li beramberî îşkenceya kişandina pirtuka bertek

Nazîme Boltan diyar kir ku li kurê wê Civan îşkenceya hilgirtina pirtukan lê hatiye kirin û piştre jî hatiye darbkirin û wiha bertek nîşanî îşkenceyê da: “Çiqas ku em li edaletê digerin, hîn zêdetir zextê li zarokên me dikin. Ez vê heftiyê fêrbûm, zarokê min nexweşe û pê pirtuk dane kişandin û piştre jî darb kirine. Serokkomar û wezîrê edaletê wijan nêzî wan nebûne, ger wijdan nêzî wan biriban wê di girtigehê de îşkence li hezaran girtiyan nekiriban. Qasî ku ez di jiyanê debim, ezê berxwedaniya xwe berdewam bikim. Kurê min ne terorîste, gardiyanên wan terorîst in. Ger ne wisa bûye wê ev zilim nekiribana, tenê destek yê kurê min heye, di mejiyê wê de nexweşî heye, ger heq û qanun hebûya wê ev zilim li zarokên me nehatiya kirin.”

‘Êdî bese dawî li zilmê binîn’

Nasîma Boltan destnîşan kir ku heya ku xwestekên wan neyê bi cih anînî wê dest ji berxwedaniya xwe neberdin û wiha got: “Heya dawiyê ezê berxwedaniya zarokên xwe û hemû girtiyên nexweş berdewam bikim. Em Kurdin em tu caran ji vê şerm nakin, wê berxwedaniya zarokên me berdewam bike, em berxwedaniya heqê didin, ger me berxwedanî nekirba wê di baran û heriyê de emê nehatiban vê astê, bila infaz neyên şewitandin, bila girtiyên nexweş werin berdan. Wê rojekê heq, qanûn û edalet ji were jî pêwîst bike. Êdî bese hinek bi wijdan bibin û dawî li vê zilmê bînin.”

Çalakiya nobeta edaletê bi dirûşmên, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Heq hiqûq edalet’ bi dawî bû.