‘Heya dawiya emrê xwe ez ê li kurê xwe bigerim’

Xizmên windayiyan vê heftiyê li aqubeta Mehmet Şîrîn Bayram ê ji sala 1996'an ve windakirî ye pirsîn. Dayîka Mehemd Şîrîn Bayran Remziye Bayram got; ‘Heta emrê xwe yê dwî ezê li kurê xwe bigerim.’

Amed – Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 717’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê hatin gel hev. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên windakirî hilgirtin vê hefteyê aqubeta Mehmet Şîrîn Bayramê ji sala 1996'an ve hatî windakirin pirsîn. 

‘Ez hestiyê kurê xwe dixwazim’

Dayika Mehmet Şîrîn Bayramê dema ku di bin çavan de hate windakirin, Remziye Bayram axivî û got: “Heta roja îro ez li kurê xwe digerim, ji îro şûnde qasî ku emrê min têrê bike ezê li kurê xwe bigerim. Tu sucê Şîrîn nebû, di şev saet 12’ê de ew li ser cihê wî rakirin birin. Sezayê wî çibû? Dosyaya Şîrîn hem di serdozgeriyê de hem jî di dadgeha Avrûpa ya mafê mirovan deye, lê belê di derbarê vê mijarê de tu xebat nîne. Çima nabêjin me winda kiriye. Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Ge rmirovbin bila derbikevin bêjin me winda kiriye.”

‘Ji ber cerdevantî qebûl nekirin gundê wan hatin şewitandin’

Cîgira Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka Mehmet Şirîn Bayramê ku di sala 1996’an de li Gundê Temira ya navçeya Pasûra Amedê hatiye windakirin xwend. Demîr bi bîr xist ku di sala 1994’an de li Gundê Temira ya navçeya Pasûra Amedê ji aliyê dewletê ve cerdevanî li gundiyan hatiye ferzkirin û wan jî ev yêk qebûl nekiriyê weke hêcet nîşan dana û gundê wan şewitandin û wiha got: “Bi şewitandinan gundan re gelek welatî bi zorê koçber bûn. Tenê mamê Mehmed Şirîn Bayram, Îhsan Bayram li hember tevahî zextan jî, ji gundê xwe derneketiye. Piştî 2 salan di mijdara 1996’an de Mehmed Şirîn Bayram ji bo dixwaze mamê xwe bibîne û ber bi gund ve diçe. Lê belê ji ber şevê nekarî rê berdewam bike û diçe mala xizmên xwe yê nêzî gund Remezan Tekin.”

‘Li mala ku çûye mêhvaniyê hate girtin’

 Ezgî Sila Demîr di berdewamiya çîroka Mehmet Şîrîn Bayram wiha wiha got: “Wê şevê, di saet 11-12’ê şevê de leşker û cerdevanên gund li ser mala ku Bayram lê mêvan dimîne digirin û Bayram û mirovê wan Ramazan Tekîn dixin bin çavan. Hevjina Ramazan Tekîn dibêje ew 2 cerdevanên bi navê Fetah û cumalî nas dike. Agahiyê dide mamê Mehmet Şirîn Bayram, Îhsan Bayram. Îhsan Bayram diçe ba cerdevanekî û biraziyê xwe dipirse. Cerdevan jî diyar dike ku wî, Mehmet Şirîn Bayram di qereqola Pasûrê de dîtiye û pê re axiviye, lê çavên Bayram girêdayî bûne. Pişt re qereqola Pasûrê gazî cerdevanê ku ji mamê Mehmet Şirîn Bayram re gotiye min ew ditiye dike, gefa lê dixwin û tûndiyê lê dikin ku ew nebêje min Bayram dîtiye. Tevî serlêdanên malbatê yên ji bo saziyên fermî û lêgerinê, careke din wan ji Mehmet Şirîn Bayram agahî nestandiye. Ev çend sale dayika Remziye li vir diqîre û pirsa lawê xwe dike. Tenê xwesteka wê ev e ku hestiyên lawê xwe bibîne û gorekê jê re çêbike ku li ser bikaribe dûayan bike. Em dixwazin qêrîna Dayîka Remziye bi dawî bibe. Û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatiye girtin û hatiye windakirin.”

 Daxuyanî bi deqîqeyekî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.