Hevserokên HDP'ê erka xwe dewr dikin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar diyar kirin ku der barê encamên hilbijartinê de pêvajoya rexne û rexnedayînê dewam dike û ragihandin ku ew ê di kongreyê de nebin namzetên hevserokatiyê.

Navenda Nûçeyan – Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bûn mêvanên weşana zindî ya Medya Haber TV. Pervîn Buldan anî ziman ku pêvajoyeke girîng a hilbijartinê hate jiyankirin û got, “Me timî ev hilbijartin weke hilbijartineke dîrokî dinirxand. Serdemeke hilbijartinê bû ku dê çarenûsa Tirkiyeyê biguheriya."

 'Ti têkçûna HDP'ê nîne

Pervîn Buldan, anî ziman ku wan weke partî der barê encamên hilbijartinê de nirxandinan kirin û wiha gotinê xwe berdevam kir:

"Em negihîştin armanca xwe. Helbet ev cihê xwerexnekirinê ye. Me tespît kir ku me pêvajoya kampanyayê baş bi rê ve nebir. Me xwe negihand derdorên ji xeynî yên xwe û me xwe bihêz nekir. Mesela, nebûna temsîliyeta ermenî, êzdî û astengdaran kêmasiyeke mezin e." 

Bûldan bibîr xist ku piştî hilbijartinê bi rojekê daxuyandine ku dê kongreyê li dar bixin û got: "Ji ber ku em negihîştina armanca xwe, me civîn bi lijneyên xwe re kir û me biryar da ku em ê kongreyê li dar bixin. Di hemû astên vê têkoşînê de çi bikeve ser milên min, ez amade me. Lê ez ê rexneyan esas bigirim û di vê kongreyê de nebim namzeta hevserokatiyê. Bi dewrkirina vê peywirê ez ê şanaz bim. Her wiha ez ê di pêvajoya kongreyê de, di tu mekanîzmayên biryarê de jî cih negirim. Di vî warî de berprisiyariyeke min a hesabdayînê jî heye. Ez dest jê bernadim û naçim. Em ê pêşî hesab bidin. Em ê hesab bidin derdora xwe û jinan. Bi ya min meseleya herî girîng jî ev e." 

 'Ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk her tişt kirin lê têkçûn nîne’

Sancar jî destnîşan kir ku bi Partiya Çepên Kesk re rayên ku xwestin wergirin wernegirtine û got: "Lewma em dikarin bibêjin em bi ser neketin, lê ev ne têkçûyîn e. Jib o tasfiyekirina siyaseta demokratîk çi ji destê wan hat kirin. Lewma daxilbûna me ya hilbijartinê bi xwe jî, tiştekî pir girîng e. Me ev yek şikand û em daxilî hilbijartinê bûn." 

'Pêvajoya rexne û rexnedayînê dewam dike'

Mîthat Sancar, diyar kir ku pêvajoya rexne û rexnedayînê dewam dike û got, “Me dît ku xebatkarên me yên civakî demeke dirêj qels in. Me dît ku sazî û dezgehên me, di serî de sazûmanên me, ji bo danîna têkiliyên rasterast û berdewam bi civakê re têrê nakin.  Me dît ku di xebata mekanîzmayên me yên navendî de kêmasî hene. Di hevsengiya têkoşîna civakî û têkiliya parlementoyê de bi fikrê re zehmetiyên me hene."