Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslan: Zimanê Kurdî li benda statuyê ye
Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslan der heqê zimanê Kurdî de axivî û got: “Pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Kurdî nasnameya gelê Kurd e ger zimanê Kurdî tune were hesibandin wê pêvajo nemeşe. Kurdî rastiya vî gelî ye.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û bişavtinê yên li ser çand, hebûn û baweriya gelan didomin. Di 27’ê Sibatê de ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatibû destpêkirin lê hê jî bendewariyên gelê Kurd nehatine pêşwazîkirin. Bendewariya gelê Kurd ji pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ew e ku hemwelatîbûna destûrî û mîsogerkirina mafê çandî bikeve bin temînatê.
Bi pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd re hatiye destpêkirin, daxwaza fermiyeta zimanê Kurdî di rojevê de cihê xwe digre.
‘Înkarkirina zimanek înkarkirina gelekî ye’
Hevseroka Komaleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî ( KURDÎDER) Arîfe Aslan got ku ji dîroka Komara Tirk ve heta roja me ya îro polîtîkayên înkarkirina zimanê Kurdî didomin lewre bi nenaskirina ziman re gelê Kurd ê qedîm jî tune tê hesibandin.
Arîfe Aslan der heqê zext û zordariya li ser zimanê Kurdî de tê kirin diyar kir ku sedema bingehîn a zextan tunekirina nasnameya Kurdî ye û got: “Dewleta Tirk bi hişmendiya xwe ya zordar hewl dide zimanê Kurdî ji holê rake. Tenê ne di hêla perwerdeyê de, hedef dike ku di her qadê de zimanê Kurdî tune bike. Saziyên xebatên zimanê Kurdî dikin tên girtin, Kurdî tê sansurkirin her wiha carna cezayê pere jî tê birîn.”
‘Kurdî xeta gel a sor e’
Arîfe Aslan diyar dike ku yek ji bendewariya wan a ji pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibata 2025’an de ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, statûya ji Kurdî re ye. Arîfe Askab bi vê awayî gotinên xwe domand: “Di nava pêvajoyê de ji bo ziman gelek nîqaş bi pêş ketin lê tu gavek nehatiye avetin. Kurdî nasnameya gelê Kurd e, ev yek ne tenê dirûşmek e. Ger tunehesibandina zimanê Kurdî bidome wê pêvajo nemeşe. Kurdî rastiya vî gelê ye. Tevahî gelên di cîhanê de bi zimanê xwe yê dayîkê tên nasîn. Ger ku wê bi awayekê fermî gelê Kurd nas bikin pêwîst e di serî de zimanê Kurdî bi awayekî fermî bipejirînin û nas bikin. Pêwîst e perwerdeya Kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi awayekê fermî bibe zimanê perwerdeyê. Zimanê dayîkê ji bo Kurdan xeta sor e. Ruxmê ewqas zext, zordarî û bişavtinê gelê Kurd bi hezaran sal e zimanê xwe diparêze. Bi têkoşîna salan zimanê Kurdî heya van rojan hatiye.”
Arîfe Aslan, bal kişand ser êrîşên di nava pêvajoyê de li ser ziman pêk hatine û got ku ev êrîş wê pêvajoyê ber bi têkbirînê ve bibin.
Arîfe Aslan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di destpêka pêvajoyê de di dema komîsyona ku hatibû avakirin de axaftina bi Kurdî ya dayîka aştiyê hat astengkirin. Ev ne rewşek e ku mirov qebûl bike ye. Ji bo ku pêvajo bigihîje serkeftinê û lezkirina pêvajoyê divê bi awayekî fermî zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Pêwîst e ji pêşdibistanê heya perwerdeya zanîngehê zimanê Kurdî bibe perwerdeyê.”