Navenda Nûçeyan -Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef a di 12′yê Cotmeha 2019′an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên dewleta Tirk hatibû qetilkirin li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn. Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbic û Tebqayê ji bo bîranîna Hevrîn Xelef merasîmek li dar xistin.
Minbic
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Minbicê beşdarî merasîmê bûn.
‘Hevrîn bû meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê’
Di merasîmê de endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya Mihemed behsa têkoşîna Hevrîn Xelef kir û wiha got: "Şehîd Hevrîn li pêş çavên tevahî cîhanê hate qetilkirin. Lê îro Hevrîn bû meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê."
Dûre mûm hatin pêxistin û beşdaran got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarê rêya wan bin.
‘Bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin’
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra El Hamid jî axivî û wiha got: "Kesayeta Hevrîn kesayeteke xurt bû, bi vîn, zanabûn û rêxistina xwe ya siyasî karî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bibe û bibe xwedî vîn û hêzeke siyasî ya xurt. Ji lewre bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin."
Nûra wiha dawî li gotina xwe anî: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku kujerên Hevrîn Xelef ceza bikin. Ev kiryar îsrara jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sûcdaran zêde dike."
Tebqa
Merasîma Tebqayê li qada navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên şehîdan û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hildan.
Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî axivî û got: "Em îro şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tînin ku di oxira gelê xwe de canê xwe daye."
Huda wiha domand: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan sûcekî hovane pêk anî."
Huda diyar kir ku hemwextî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Dagirkeriyê Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bombebaran kir, di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn. Ev yek li pêş çavê civata navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker pêk hat."
Huda El Elî di dawiyê de bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku li kêleka doza wan bisekinin û zextê li civata navneteweyî û NY′yê bikin da ku dewleta Tirk li hember sûcên wê hesab bikin.
Bi pêxistina mûman merasîm bi dawî bû.







