YUSRA AL-EHMED
Reqa – Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji dema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve heta niha, jin tevî hemû zehmetî û astengiyên ku derketin pêşiya wan jî di her warî de pêşengî kirin û di gelek qadan de bûn xwedî destkeftî. Van destkeftiyên çend salan bi Hevpeymana Civakî ketin bin temînatê. Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, cara yekem di sala 2014’an de Hevpeymana Civakî pejirand û 3 caran ji nû ve sererast kir. Piştî guherînên ku hatin kirin, herî dawî di 12’ê Kanûna 2023’yan de careke din Hevpeymana Civakî hat pejirandin, li gorî hemû gel û cudahiyên li herêmê hat amadekirin. Jinan di avakirin û diyarkirina hukmên Dadgeha Hevpeymana Civakî de pêşengî kir, zagonên tê de ji 7 beşan û 11 bendan pêk tên.
Hevseroka Dadgeha Hevpeymana Civakî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Pencewîn Elî, li ser Hevpeymana Civakî ya ku destkeftiyên şoreşê diparêze û dixe bin temînatê ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Dadgeha Hevpeymana Civakî dê mafên gelan û jinan biparêze’
Pencewîn Elî bal kişand ku Dadgeha Hevpeymana Civakî li ser esasê rêgezên neteweya demokratîk hatiye avakirin û wiha got: “Dadgeh, dezgeheke serbixwe ya darazê ye pergala civakî û armanca wê ew e ku hukmên hevpeymanê qewî bike û biparêze. Dadgeh rêzikên esasî yên di rêziknameyê de dipejirîne û maf û azadiyên ku di nava xwe de dihewîne diparêze û bi pêş dixe. Xebatên dadgehê di serî de parastina azadiya hemû hevgirtiyan, xwe dispêre rêgezên neteweya demokratîk. Ji bo gihîştina civakeke exlaqî û polîtîk, jiyana hevpar a di navbera zayendan de esas digre ji bo pergalek û feraseta edaleta civakî ava bibe û rûnê; bi taybetî ji bo jinan dê bibe piştgirî.”
‘Yek ji serkeftinên herî mezin ên şoreşê ye’
Pencewîn Elî, li ser rola jinan a di amadekirina Hevpeymana Civakî de jî wiha got: “Amadekirina çarçoveya Hevpeymana Civakî û pejirandina wê yek ji serkeftinên herî mezin ên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Weke makezagonek nû tê pejirandin. Di avakirina û pejirandina wê de rola jinan û hemû hevgirtiyên li herêmê heye. Bi hevpeymanê re, hemû mafên gelan û jinan ketin bin temînatê. Ji bo mafên jinan di her warî de werin parastin, em di çarçoveya zagon û rêzikên bingehîn de dixebitin. Bi pergala hevserokatiyê re, em feraseta wekheviya zayendî esas digrin. Ji bo wekheviya jin û mêr di hemû meclis û saziyan de bi cih bibe û di her rewşê de were parastin em dixebitin.”
Pencewîn Elî da zanîn ku di rewşeke mafên jinan ên di hukum û zagonan de hene werin binpêkirin de dadgeh dikeve dewrê û wiha got: “Xebatên dadgehê destpêkê xwe dispêre ser bingehên lihevkirinê. Ji bo çareserkirina dozên ku hatine dadgehê, em bi hemû meclis, saziyên sivîl û leşkerî û yên din re rasterast di nava koordînasyonê de ne.”
Dê behsa girîngiya Dadgeha Hevpeymana Civakî were kirin
Pencewîn Elî, li ser planên li pêşiya wan jî got: "Ji bo parastina Hevpeymana Civakî û avakirina dadgehan, em ê hemû bajarên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, sazî û meclisan ziyaret bikin. Em li ser karê ku dikin, parastina mafên jinan û di warê girîngiya temînatê de danasînan bikin.”




