“Heta daxwazên me bi cîh neyê dê çalakiya me bidome”

Jinên ku bi armanca ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were beşdarî konê çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bûne diyar kirin ku heta daxwazên wan bicîh neye dê çalakiya xwe bidomîne.

 
Kobanê - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê bûne bi armanca ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were konê çalakiyê vedane. Konê çalakiyê yê li qada şehîd Egîd hatiye vedan di roja deyem de dewam dike. Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan,Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibû xemlandin. Saziyên ku îro dewra kon girtine Meclîsa Kantona Kobanê û navçeyên wê ne, her wiha endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Çand û huner, Hîlala Zêrîn û Partiyên Siyasî. Kongreya Star serdana Kon kirin.
Bi armanca xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî îdiayên ku ser marpelên civakî derheqê tenduristiya wî de hatine parve kirin, li seranserî cîhanê gelê welatparêz di nav çalakiyan de ne.  Jinên ku beşdarî konê çalakiya Tevgera ciwanên Şoreşger bûne nêrîn û helwestên xwe ji mere parvekirin.
Cîhan hemû berpirs e
Endma Bîroya jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)'ê Sara Xelîl bal kişand ser rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: "Wek tê zanîn di van demên dawiyê de dewleta tirk li ser marpelên medya civakî  dia belav kir ku rewşa Rêber Apo di tahlûkeyê deye, ev ji polîtîkeyên dijmin dixwazin pê bandorê li ser hestê me bikin. Armanc ji van planan ew şerekî taybet di nav civakê de ava bikin. Ev ne cara yekeme ku îdiayên wiha di derbarê rewşa Rêber Apo de tên belavkirin. Dewleta tirk dixwaze di van rojên taybet ên Gelê Kurd e tevlîheviyê çêbike.  Îroj sêyemîn slavegera dagirkirina Herêma Efrînê ye, di vir de xwestin dîroka xwe ya qirêj dûbare bikin û gelê me radestî koletiyê bikin. Dewleta tirk naxwaze em bibin xwedî destkeftî û civaka azad, ji ber ev yek weke xeteriyê ser siyaseta xwe dibîne. Heya rewşa Rêberê me neyê zelalkirin em ê li qada bin, pêwîst e tecrîd bi dawî bibe. Ger tiştek bi rêberê me bê cîhan hemû berpirs e, em wan efû nakin."
“Bila her kes destê xwe dane ser wijdanê xwe û tişta ji dest tê bike”
Salîha Elî jî  teqez kir ku ew ê her di nava çalakiyan de bin heya hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Çarenûsa me bi çarenûsa Rêber Apo ve girêdayi ye. Ev 22 sal in Rêberê me di nava tecrîdeke giran deye, lê heya niha bi saya fikirê Rêber Apo civaka me li ser xwe ye.  Rêber Apo bingeha têkoşîna û misogera azadiya meye, bila ji bo Rêber Apo her kes destê xwe dane ser wijdanê xwe û têbikoşe."