"Heta ku em wî nebînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin"
Ferîde Gundem a aqûbeta birayê xwe Îbrahîm Gundem ê di bin çavan de hat windakirin dipirse, diyar kir ku dayik û bavê min bi vî hesretê wefat kirin û wiha got: "Heta ku em sax bin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
Amed- Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 710’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hatin ba daxuyanî dan. Hevserokê Odaya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran pisiştgirî da çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem ê ku di sala 1991'an de li navçeya Hazro ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin hate pirsîn.
“Dayik û bavê min bi vî hesretê wefat kirin”
Piştre jî xwîşka Gundem, Ferîde Gundem axivî û wiha got: “Tevî ewqas salan jî em hêj li birayê min digerin. Em her hefteyê di roja şemiyê de li vê derê e. Dema em tên vê derê, weke ku biçin goristanê. Dayik û bavê min bi hesreta birayê min wefat kirin. Heta ku sax bim dê vê têkoşînê bidomînim. Birayê min bêsûc û bêguneh bû. Çawa birine, bila wisa bînin jî.”
Di serdegirtinê de hatin girtin
Çîroka Gundem ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, çîroka Gundem wiha vegot: “Îbrahîm Gundem zewicî bû 9 zarokên wî hebûn. Li gel malbata xwe li gund karê cotkariyê dikir. Di nîvşeveke 25’ê îlona saala 1991’an de serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî bi ser mala wan de girtin. Di serdegirtinê de lawê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem hate binçavkirin. Leşkeran got ku dê di danê sibehê de bê berdan. Li ser vê yekê Ahmet Gundem çû qereqolê û aqûbeta kurê xwe pirsî. Lê belê jê re gotin; ‘nehatiye binçavkirin.’
Endama daxwaznameyên nivîsî negirt
Bav Gundem ji bo pirsîna kurê xwe serî li Serdozgeriya Hezroyê da. Dozger, bav Gundem dîsa dişîne qereqolê. Vê carê jî bav Gundem daxwazname da qereqolê. Piştre jî gelek daxwazname dan lê tu carî encamek bi dest nexist. Piştre serî li Walîtiya Amedê da. Walîtî li qereqolê digere û qereqol dibêje ku wan girtiye. Li ser vê yekê bav Gundem diçe Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandarî jê re dibêje; ‘Tu dewletê sûcdar dikî. Dewlet tiştekî wisa nake.’ Piştre jî gef lê tên xwarin.
“Gelek dayik bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizane wefat kir”
Ahmet Gundem heta demekê ji bo kurê xwe serî li gelek deveran dide. Di vê navberê de zext li malbatê tê kirin. Di Lêbelê malbat dimînê bin ziht û zordahiyê de. Di 15’ê sibata sala 1993’yan de jî leşker û cerdevan mala Ahmet Gundem dişewitînin. Malbat ku ji 15 endaman pêk dihat neçar ma ku koçî Amedê bibe. Dayika Gundem, Meryem Gundem ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan li ber avahiyan ma. Lê mixabin mîna Dayika Berfor, Dayika Fatm û gelek dayikên din bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizane wefat kir.”
Piştî xwendina serpêhatiyê, çalakvanan ji bo Îbrahîm Gundem û hemû windakiriyan deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya xwe bi dawî kirin.