Navenda Nûçeyan – Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza eşkerekirina aqûbeta Belucên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine windakirin û berdana girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) hatiye destpêkirin, di roja 33'an de didome.
Hesabê X’ê yê bi navê ReleaseBYCLeaders (Serkirdeyên BYC’ê berdin) ku çalakiya jinên Beluc a li pêşiya Kulûba Çapemeniyê ya Îslamabadê û daxuyaniya wan lê dihate weşandin ji aliyê X’ê ve hate astengkirin.
Pêşenga çalakiyê Nadîa Baloch, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal diyar kir ku X kesên muxalîf bêdeng dike û ev tişt got: “Ev rewş mirov aciz dike û dixe fikaran, lewra platformên navneteweyî qada dengên kesên mixalîf bisînor dike. Platforma X’ê hesabên wiha asteng dike û îdia dike ku azadiya îfadeyê diparêze. Ez bangî X’ê dikim ku vê biryara xwe careke din di ber çav re derbas bike.”




