“Hêrsa tolhildanê zêde dibe”
Çalakiyên ji bo Nagihan Akarsel a li Silêmanî hat qetilkirin li her deverê berdewam e. Duh li Şehbayê li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel meşekî girseyî hat lidarxistin û li Hesekê jî konê hatibû vedan bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ji bo endama Navendên Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a li Silêmanî hat qetilkirin didomin. Du li Şehbayê jin li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel meşiyan, li Hesekê jî çalakiya konê ya dû rojan hatibû vekirin bi dawî bû. Jinan li qadan banga têkoşînê kirin û dan zanîn ku hêrsa tolhildanên zêde dibe.
Hesekê
Bi armanca şermezarkirina pergala mêrsalarî ya li dijî îdeolojiya rizgariya jinan, ku jinan qetil dike Kongra Star, Navenda Jinlojî û Saziya Malbatên Şehîdan kon vegirtibûn. Çalakiya konê duh bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Kongra Star, Navenda Jineolojî û Saziya Malbatê Şehîdan bi armanca şermezarkirina pergala mêrsalarî ya li dijî îdeolojiya rizgariya jinan duh li gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a taxa Nasra ya bajarê Hesekê kon vegirtin. Ji aliyê hemû navçeyên bajarê Hesekê, Kampa Waşokanî, Kampa Serêkaniyê , Til Temir, Dirbêsiyê, Meclisa Leşgerî, Rêvberiya Xweser, Şedadê û Hol ve serlêdana konê hate kirin.
Li ser navê Rêvberiya Xweser Evîn Paşo axivî. Evîn Paşo tekez kir ku hişmendiya desthilatdar di şexsê jinan de êrişî hemû civakê dike û wiha anî ziman: “5 hezar sal sîstema ku cihanê bi rêvedibe sîstemek ku li ser xwînmêjiya gelan, tunekirina îradeya gelan, talankirin, wêrankirin, qetilkirin, ne wekhevî û bêedaletî xwe dimeşîne. Sîstema ku cihan tê birêvbirin sîstemek ku dikeve xizmeta hêzên desthilatdar ve, ji bo vê jî gelên heyî bi giştî û bi taybet jin rastî êş û şidetê tên. Li kêleka wê jî tu carî gelên ku dixwestin bêhna azadiyê bikin serî ne tewandin. Şoreşa me şoreşa jinê ye ji ber jin di hemû qadên jiyanê de karîbû şoreşek pêk anîba. Ji ber ku jin ji bo guhertin û veguhertina civakê her wiha hişyariya civakê kar dike lewma rastî êrîşan tên. Em xemgîniyê nas nakin, şehadeta van rê hevalana bi dilekî pir mezin me himêz kir. Tola van hevlana bi rêxistinbûyîna me ye. Ev sed sal sedsala azadiya jin e, bi rihê zeyneb û Nagîhan yekîtiya jinan hatiye ava kirin û li Ewropayê silogana me dibêjin “Jin, jiyan, azadî”. Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê guhertin û veguhertina tevahî cihanê be. Bijî û her bijî şoreşa ku jin pêşenga wê be.”
Kon bi daxuyaniyekê ku ji aliyê Endama kordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên ve hat xwendin bi dawî bû.
Lîlav Hisên têkldarî hedefgirtina pêşengê şoreşê wiha anî ziman: “Hedfgirtina pêşengên Şoreşê, hedefgirtina hişmendiya demokratîk û azadîxwaz e. Dixwazin bi van êrîşan derbeyek li rêxistinbûna jin bixin da ku hişmendiya mêr zindî bikin û civakê têxin bi kontrola xwe. Lê îro em dibînin jin li tevahî cîhanê li qada ne û silogana Jin Jiyan azadî dibêjin. Ev tê wateya ku ev silogana me bûye siloganek cihanî û bi vê yekê yekîtiya jinan hatiye avakirin . Ev bersiva herî xurt ji dijmin re ye ku kes nikare îradeya jinên birêxistinkirî tune bike. Em wekî rêxistina jin Kongra Star soz didin ku em ê şopdarê xeta azadiyê bin û ji bo azadiya Rêber Ocalan em ê asta berxwedanî û têkoşînê bilindtir bikin. Wê rêzeçalakiyên me bi dawî nabin emê her li qadan bin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “ Jin Jiyan azadî “ bi dawî bû.
Şehba
Navenda Lêkolînên Jineolojî û Kongreya Star ên herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hedefgirtina Negihan Akarsel û qetilkirina wê, li Şehbayê meşek girseyî lidar xistin bi hezaran ji şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn û hedefgirtina jinan bi diruşmeyan şermezarkirin. Jinên Efrînê yên ku tevlî meşê bûne nêrînên xwe bi me re parvekirin.
Hevseroka Meclîsa kantona Efrînê Zelox Bekir ku beşdarî meşê bûye hedefgiritna jinan şermezarkir û wiha vegot: "Hedefgirtina jin siyaseta ne qebûlkirina îrade û hêza jin derdixîne holê. Di hedefgirtina endama akademiya Jineolojî Negihan Akarsel hedefgirtina hemû jinên zane û azadîxwez in."
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehba Zehîda Memo jî helwestên xwe li dijî hedefgirtina Endama Akadimiya Jineolojî Negihan Akarsel anî ziman û got: "Me meş li darxistiye ji bo qetilkirina rêhevala me Negihan Akarsel. Bi rêya vê meşê em dengê xwe bilind dikin û hedefgirtina jinan bi tundî şermezar dikin. Jinên pêşeng û ên ku fikir û ramanên Rêber Apo li cîhanê belav dikin dibin armancên dijmin. Bi awayek hovan û ne mirovî dixwazin van jinên zane qir bikin. Armanc ji vê yekê hewil didin ku jinên dîtir bitirsin û tu gav pêş de neavêjijn û dijberî daxwaza wnan li seranserî herêmên Kurdistanê û cîhanê tevahî jin radibin ser piyan û ji hêrsa wan yên tolhildanê zêdetir dibin û di berxwedanî tekoşînê de îsrar in. Soza me jî ew e ku şoreşa mohra ji nê lêketiye bi berxwedanî û tekoşînê berdewam bikin."
Endama Navenda Jineolojî Efrîn û Şehba Xelat Iliyes derbarê armancên xwe ji meşê wiha vegot: "Em meşa xwe li dijî hedefgirtina jinan li ser astê cîhanê bi taybet li herêmên Kurdistanê li dar dixin. Hêzên hegomanîk di şexsa jinên pêşeng û zane de dixwazin derbeyekê li şoreşa jin bixin û dengê tekoşîna wan qir bikin. Ji ber ku jinbi saya ramanên Rêber Apo fikira azadiya jin belav dike û xwedî li vê fikirê derdikeve li dijî zihniyeta destiladaran. Herî dawî li Başûrê kurdistanê hevala me Negihan Akarsel bi êrîşek hov hate qetilkirin. Sedsla 21'emîn seedsala azadiya jin û mirovahiyê ye ev jî xeteriyeke li ser sîstemên wan ji ber vê her jin tên hedef girtin. Em ji dijmin re dibêjin ku her jinek tê hedef girtin hêrsa tolhildanê li gel me zêde dibe û em ê azadiya jin di vê sedsalê de misoger bikin."
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû