Hemşîreya ku piştgirî da kampanyaya "hûnandina por" ji kar hat derxistin
Hemşîre Îkra Avci ya piştgirî da kampanyaya ku li dijî bûyereke li Rojavayê Kurdistanê a ku endamekî HTŞ’ê porê hûnandî yê şervaneke YPJ’ê jê kiribû, ragihand ku ji kar hatiye derxistin.
Navenda Nûçeyan – Hemşîre Îkra Avci piştî ku beşdarî çalakiya hûnandina por a li dijî bûyera li Rojavayê Kurdistanê ku endamekî HTŞ’ê porê hûnandî yê şervaneke YPJ’ê jê kiribû, ragihand ku ji karê xwe hatiye derxistin.
Îkra Avci, bi parvekirina wêneyekî li ber Wezareta Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal biryar ragihand û got: "Ez ji kar hatim dûrxistin. Min porê xwe hûnand da ku li dijî kuştina jinan, tundî û jin-kujiyê nerazîbûna xwe nîşan bidim. Bedêla ku min ji bo vê yekê da, kariyera min bû."
'Ji ber piştgiriya kampanyayê hat darizandin'
Der barê Îkra Avci ya beriya niha ji ber piştgirî dayîna kampanyaya hûnandina por ji erk hatibû dûrxistin de, doz hatibû vekirin. Îkra Avci ya di doze de beraet kir û herî dawî ragihand ku ji kar hatiye derxistin.
Hate diyar kirin ku biryara ji kar derxistina Îkra Avcî, piştî çalakiya wê ya nîşandana hevgirtinê ya li dijî tundiya li ser jinan hat dayîn.