Hejmara meha çile ya Newaya Jin derket
Hejmara Çileya 2022'an a Newaya Jin bi mijara komkujiyên siyasî yên li ser jinên Kurd, Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê û Komkujiya Silopiyayê ya 4'ê Çileyê derket.

Navenda Nûçeyan - Newaya Jin ku rojnameyeke jinan a mehane ye, hejmara xwe ya 202'an bi manşeta “Têkoşîna bêdawî, hesreta bêdawî” weşand. Di hejmara nû de gotara siyasetmedar Aysel Dogan a li ser têkoşîna Sakîne Cansiz hate weşandin.
Nagihan Akarsel got, "Yên ku jiyanê bi rengê herî baş ava dikin, ew ên ku wateya pratîkê baş fêhm dikin in" û destnîşan kir ku Sakîne Cansiz yek ji van a serke ye. Nagîhan got, "Çîroka hevala Sara eşkere û kûr, bi coş û zelal, serhildêr û esîl bû. Têkoşîna wê ji zûdeye bûye xwedî ruhê azadiyê."
Ronahî Serhad jî bûyerên ku di sala 2021'ê de qewimîn nirxand û got, "Her jineke kurd, her ciwaneke-î kurd wê sala 2022'an bi îradeya têknaçe ya Sarayan pêşwazî bikin." Ronahî Serhad destnîşan kir ku wê nehêlin Komkujiya 9'ê Çileyê ser wê bê girtin.
Hêja Zerya, ji Olympe de Gouges heta bi Sakîneyan polîtîkayên komkujiyên li dijî jinê yên dewleta Fransayê nirxand û got, "Yên ku karîbûn her dem û hebûnê bixin nava kêliya azadiyê wê timî hebin."
Komkujiyeke din a siyasî ya li dijî jinê di 4'ê Çileya 2016'an de careke din ji aliyê dewleta Tirk ve li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate kirin. Di vê komkujiyê de ku dema berxwedana xwerêveberiyê hate kirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Roza Metîna agahiyên li ser wê pêvajoyê parve kir û destnîşan kir ku her sê jinên şoreşger bi fikir, jiyan û çalakiyên xwe nûnerên perspektîfa jiyana azad in.
Di hejmara nû de Bêrîtan Zagros rêxistiniya jinê ya li Başûr, polîtîkayên PDK'ê yên li dijî jinê, Peymana Jinê ya Kurdistanê ya hate ragihandin û detayên 'Qanûna Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê' nirxand.
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Îngilistanê Katie Higgins jî qala rêxistiniya destpêkê ya karên jineolojiyê yên li Îngilistan, Galler û Skoçyayê kir.