Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 38 hezar û 848

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane, di nava 24 saetan de 54 zêde bû û gihîşt 38 hezar û 848’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê Ya Filistînê daxuyaniyek nivîskî weşand û der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku 286 roj in didomin de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Xezayê 3 ‘komkujî’ pêk anîne, di êrişan de 54 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan, 95 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane, bû 38 hezar û 848, hejmara birîndaran jî bû 89 hezar û 459.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hê di bin xirbeyan de û li kêleka riyan cenaze hene û ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.