Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê Eşref El-Qudra derbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyek da.
Wezaretê diyar kir ku di êrîşên ku ji 7’ê cotmehê vir va ji aliyê Îsraîlê ve li Xezayê hatin kirin de 3 hezar û 457 jê zarok 2 hezar û 136 jê jin bi giştî 8 hezar û 306 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara birîndaran jî bûye 21 hezar û 48.
25 nexweşxane ji xizmetê derketin
Wezîr da zanîn ku di encama êrîşan de 25 nexweşxane ji xizmetê derketine û got, 25 ambûlans jî hatine hedefgirtin û Îsraîl bi qestî ambûlans kirine hedef da ku nikaribin erka xwe ya xilaskirina nexweş û birîndaran bi cih bînin.




