Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên di şewata otela Kartalkaya bajarê Bolûyê ya Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 76’an.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya diyar kir ku di encama şewatê de xwediyê kargeh jî di nav de 9 kes hatine binçavkirin. Alî Yerlîkaya, diyar kir ku otela ku lê şewat derketiye 12 qat û 238 mêvanên qeydkirî bûn û diyar kir ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane nasnameya 56 kesan hatiye tespîtkirin û cenazeyên 45 kesan jî radestî malbatên wan hatine kirin.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku banga dawî wê di 22’ê Çile de bê kirin û got: “Em ê herî zêde di nava 10 rojan de lêpirsîna îdarî biqedînin. Dema ku em encamên lêkolîna îdarî bi raya giştî re parve bikin, dê hemî pirs bêne bersivandin.”




