Hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane giha 50 hezar û 96’an

Li gora daneyên fermî hêjmara kesên di erdheja navenda wê Mereş de jiyana xwe ji dest dane giha 50 hezar û 96’an

Navenda Nûçeyan- Li gora daxuyaniya serokê AFAD’ê Yunus Sezer di erdheja 6’ê Sibatê de nevenda wê Mereş bi pileya 7,7 û 7,6 çêbûyî de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giha 50 hezar û 96 kesan, hêjmara kesên birîndar 107 hezar û 204 hate aşkira kirin.

Li bajarên ku ji erdhejê bandor bûne û ne li gora imarê guherînên ku hatine tespîtkirin  der barê wan avahiyan de lêpirsinên ku hatine kirin de hêjmara kesên ku hatine girtin giha 298 kesan.