Hejmara kesên di erdheja Efganistanê de mirin 2 hezar û 200’î derbas kir
Hejmara kesên di erdheja Efganistanê de mirin 2 hezar û 200’î derbas kir. Di heman demê de, erdhejên piştî erdhejê jî dibin sedema panîkê li seranserê welêt.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên di erdheja bi hêza 6.2 pileyî ku şeva Yekşemê li parêzgeha Kunar a Efganistanê qewimî de mirin 2 hezar û 200’î derbas kir û hejmara birîndaran jî nêzîkî 4 hezarî bû. Ev erdheja herî kujer a dîroka dawî ya welêt e. Di 24 saetên dawî de zêdetirî 700 mirinên nû hatine ragihandin û rayedar dibêjin ku ev hejmar dikare hîn zêdetir bibe.
Hewldanên rizgarkirinê li parêzgehên Kunar, Laghman û Nangarhar berdewam dikin, ku nêzîkî 7 hezar xanî lê wêran bûne. Lêbelê, ji ber erdhej û girtina rêyan gihîştina xebatkarên alîkariyê bo herêmê dijwar dibe. Gelek gund hîn jî ji cîhana derve qut bûne.
Di heman demê de, erdhejên paş-erdhej berdewam dikin. Erdheja herî dawî, bi pileya 5.6, ji paytext Kabîlê heta Îslamabada Pakistanê hate hîskirin.