Hejmara Filistîniyên li Xeza mirine gihişt 73 hezar û 454’an

Daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê zêdebûna nû ya di hejmara mirî û birîndaran de radixe ber çavan. Li gor agahiyên dawî, hejmara Filistîniyên li Xeza mirine gihişt 73 hezar û 454’an.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, hejmara Filistîniyên ku di şerê Îsraîlê ku ji Cotmeha 2023’yan vir ve li dijî Xezayê destpê kirî de hatine kuştin, gihîştiye 73 hezar û 454 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê îro  ragihand ku di 24 saetên dawî de ji 19 kesên li nexweşxaneyên Xezayê hatine dermankirin, 5 mirî ne û 14 jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên nû, ji dema ku peymana agirbestê di 10’ê Cotmeha 2023’an de ket meryetê heta niha hejmara giştî ya miriyan gihîştiye hezar û 318’an. Her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 4 hezar û 375’an. Cenazeyên 815 Filistîniyan hatine dîtin.

Hêzên rizgariyê di hêla gihîştinê de zoriyê dikşînin

Ji destpêka şer ve, hejmara birîndaran 174 hezar derbas kiriye û gihîştiye 174 hezar û 486’an. Her wiha, bi dehan kesên din di bin kavilan de an jî li deverên bandorbûne asê mane. Tîmên ambûlans û parastina sivîl di xwegihandê de zoriyan dikşînin.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ev hejmar li gorî binpêkirina berdewam a peymana agirbestê li Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve ne.

Bandorên şer bi tenê bi mirin û birîndarbûna mirovan ve sînordar nebûn. Piraniya binesaziya Xezayê û tesîsên sivîl wêran bûn, zirar li dora ji sedî 90’î tê payîn. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku tê payîn ji nû ve avakirina Xezayê bi qasî 70 milyar dolar dixwaze.