Hejmara 48’emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi bergê “Rêhevalên Nagîhan Akarsel qala wê kirin: Li gel te zimanê heqîqetê helbest bû” derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 48’emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijarên cuda careke din derbet pêşberî xwînerên xwe. Di hejmara nû de Zozan Sîma nivîsek bi sernavê “Ji rêhevala min a heqîqetê Nagîhan re” nivîsand, Zîlan Narîn jî di nivîsa xwe ya bi navê “Dilê Nemirî ne” de cih da nameyek Nagihan Akarsel a ku nehatiye çapkirin. Zuhal Atlan bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Cotmeh, Payîz û Nagihan" û Jiyan Delal jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji bo bîranîna rêhevala Nagîhan Akarsel... Kes nikare vîna jinan a li Rojhilata Navîn rabûye ser piyan rawestîne" li ser şahidiya xwe ya bi Nagîhanê re û têkoşîna wê nivîsand.

Sernavên ku di hejmara nû de cih digrin wiha ne:

“Rêhevalên Nagîhan Akarsel qala wê kirin: Li gel te zimanê heqîqetê helbest bû

Ji rêhevala min heqîqetê Nagîhan re… / Zozan Sîma

Dilê Nemirî ne… / Zîlan Narîn

Di avakirina civak û ekolojiyê de rola jinan û jineolojî / Nagîhan Akarsel

Ked, berxwedan û jin… / Suzan Akipa

Ji bo bîranîna rêhevala Nagihan Akarsel... Kes nikare vîna jinan a li Rojhilata Navîn derketiye holê rawestîne / Jiyan Delal

Dersên 'Jineolojî' li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dijî baviksalarî têdikoşin / Elizabeth Flock

Cotmeh, Payîz û Nagîhan… / Zuhal Atlan

Nêrîna Jineolojiyê ya ji pêşxistin rêbaz û têgeha wekheviyê re / Ezgî Sila Demîr

Kokên Dersu Uzala û neynika ku ji me girtiye…/ Mizgîn Aksu

Bila tevgera me neyê sînordarkirin/ Selma Gungor”