Hana Şivan: Em ê şopdarên şehîd Nagîhan bin

Jin û çalakvanên Başûrê Kurdistanê ji bo şehîd Nagîhan Akarsel sersaxî xwestin û soza şopandina xeta têkoşînê dubare kirin.

Silêmanî- Duh li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmanî û li cihê qetilkirina Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi beşdarbûna jinan û azadîxwazan konê sersaxiyê hat danîn.

Jinên endamên rêxistinên jinan, çalakvan, nivîskar, rewşenbîr û têkoşerên herêma Kurdistanê di merasîma konê sersaxiyê de amade bûn û ji bo şehîd Nagîhan sersaxî xwestin, soza şopandina riya şehîdan dubare kirin. Jinan diyar kirin ku qetilkirina şehîd Nagîhan nabe sedema bêdengkirina jinên azadîxwaz û wê armanca jinan a ji bo azadiyê zêdetir bike.

“Em ê li ser şopa şehîd Nagîhan bimeşin”

Çalakvan Hana Şivan ku di konê sersaxiyê de amade bû diyar kir ku Nagîhan Akarsel xwedî ezmûnek siyasî û girtiyên siyasî bû, qetilkirina wê, nayê wê wateyê ku kar, xebat û têkoşîna wê were tunekirin wê têkoşîna wê nemir be û berdewam bike û wiha got: “Di gelek nîqaşên me de, gelek caran kokbûnek li ser mijarek cuda û hinek caran jî nakokî hebû lê belê ev li gel hevala Nagîhan bi hêminî derbas dibû. Jinan niha kesayetiyek xwedî aqil ji dest dan, ji ber wê divê em hewl bidin vê şopa şehîd Nagîhan berdewam bikin. Rêxistinên jinan dikarin bi piştgirîkirina hev li mirasa havala Zîlan xwedî derbikevin û xebatan bidin meşandin. Piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel min soz daye ku zêdetir kar bikim û li xebata Nagîhan Akarsel xwedî derbikevim.”