Guherînên wezareta Tûnisê hêrsa jinan bilind kir

Serokwezîrê hikûmeta Tûnisê Hîşam El-Mişîşî 16'ê Çileyê guhertinek di kabîneya wezîran de çêkir. Di kabîna nû ya ku 11 wezîr têde cîh digirin de jin tunene.

Serokwezîrê hikûmeta Tûnisê Hîşam El-Mişîşî 16'ê Çileyê guhertinek di kabîneya wezîran de çêkir. Di kabîna nû ya ku 11 wezîr têde cîh digirin de jin tunene.
Navneda Nûçeyan – Ji ber pêşinyara guhetina wezaretê ku ji hêla Serokwezîr Hîşam El-Mişîşî ve hat raghandin, Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê, ji ber nebijartina jinan nerazîbûn nîşan da.
Li gorî Seroka Yekitiyê, Radiya El-cerbî ku ev guherîn zîhniyetek zilamtî ya serok û siyasetmedarên heyî yên Tûnisî îfade dike. Her wiha binpêkirina rûmeta hemwelatiya Tûnisê piştî şoreşê deh sal şermezar kir û diyar kir ku wê nikaribe karûbarên siyasî birêve bibe û navendên girîng li gorî biryara xwe bimeşîne.
Seroka Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî Radiya El-cerbî got: "Serokwezîr pere giştî xerc kir bi nehilgirtina jinan di guhertina wezîrî ya pêşniyarbûyî de, ji ber ku ji sedî 60 derçûyên zanîngehê jin in û difikirin ku dewletê di perwerdeya wan de xerc kiriye."
Cîgira seroka Komeleya Hilbijêrên Jinên Tûnisê Tirkiya Bin Xizir nerazîbûna komeleyê bi vê yekê diyar kir: "Kesayetiyek jin pêşniyar nekir ku di nav lîsteya guherîna hikûmetê de peywira wezîriyê bistîne."
Tirkiya Bin Xizir têkçûna pêşniyara kesayetek nûnerên jinên Tûnisê di navnîşana guherandina nû de wekî "Cudakariya li dijî jinan û zîhniyetek zilam" şîrove kir, rexne li nebûna hevgirtina jinan a ji bo piştgiriya hebûna jinan di vê guhertina wezîran de kir.
Wê got ku dê kampanyayek parêznameyê bide destpêkirin ku banga beşdariya jinan di biryaran de bike û teqez kir ku piştgiriya hebûna jinan dê piştgiriya pêkanîna dadmendiyê di navbera welatiyên jin û mêr de bike.
Veguheztinên siyasî yên di dîmena siyasî ya Tûnisî de di vê dema dawî de ji hêla pêşengên jin ên li wir bi tirs bûn, nemaze der barê rola jinan di rojên li pêş de û diyar kir ku hebûna jinên tûnisî di hilbijartinên parlamentoyê yên dawî çêbûn de kêm bûye. Bi vî rengî hejmara nûnerên gelan di parlamentoya nû de daxist ji sedî 23, piştî ku sala 2011'an di Meclisa Damezrîner de ji sedî 29 û di 2014'an de ji sedî 31 di Meclisa Nûnerên Gel de bû.
Femînîst bawer dikin ku metirsiyên siyasî niha ji bo jinan zehmetiyên herî diyar in. Bi taybetî di demeke ku jin li bendê ne bi dadperwerî di hikûmet û saziyan de were temsîlkirin û jinên tûnisî xwedî ezmûn û jêhatîbûn in ku nûnertiya guncav a wan di hemû helwestên siyasî û îdarî yên dewletê de hewce dike.
Tu jinek serokatiya komek nûneran nedikir, dema ku nûnertiya wê li Meclisa Nûneran piştî hilbijartinên 2014'an ji sedî 31 bi tevahî 217 cîgir bû. 
Li Tûnisê 68 şaredarên jin hene ku ji sedî 19 ji wan şaredarên di hilbijartinên şaredariyan ên dawî de hatine hilbijartin temsîl dikin.