Şam – Fîlmê metrajdirêj ê Sûriyeyê ‘Goristana Bêdengiyê (Shrine of Silence)’ êşa jinan di çarçoveya şer, girtin û destavêtinê de, nîşan dide. Fîlm li ser çîroka ‘Leyla’, ye. Jineke ciwan ku hêza xwe ya axaftinê winda kiriye û bi zorê tê zewicandin. Ev çîrokek mirovî ku li Şamê dest pê dike û ber bi herêmên cûda yên Sûriyeyê ve diçe, pêşkêş dike.
Roja 16’ê Mijdarê, li Operaya Şamê pêşandana yekem a fîlmê metraj dirêj ê ‘Goristana Bêdengiyê’ ya Sûriyeyê ku ji hêla Thair Mousa ve hatiye nivîsandin û derhêner jî ew e, hate lidarxistin. Fîlm êşa jinên Sûriyeyê, birînên kûr ên psîkolojîk û civakî yên ku ji ber şer, girtin û koçberiyê çêdibin, nîşan dide. Her wiha şêweyên zext û destavêtinê yên ku hîn jî piştî ku jinan ji xetereya rasterast rizgar kirine dişopînin, radixe ber çavan.
Fîlm 103 deqe didome
Fîlmê ku 103 deqe didome, çîroka Leyla ku rêwîtiya wê bi dîmenên îşkenceyê yên sosret di girtîgehê de dest pê dike. Her çend Leyla hewl dide bi dayîka xwe re ji dojeha şer bireve û li welatekî bi ewle bigere jî, ew rastî rastiyekê wisa tê ku, ji ya ku wê li dû xwe hiştiye ne kêmtir e.
Êşa Leylayê bi girtina birayê wê re kûrtir dibe û dibe sedema têkçûneke psîkolojîk ku di encamê de hêza xwe ya axaftinê winda dike. Jiyana wê niha bi tirs, li bendê mayînên dirêj û hêviyeke bêhêvî ya fêrbûna çarenûsa birayê xwe ve girêdayî ye. Di bin van şert û mercan de, Leyla neçar dimîne ku bi mêrek pir mezintir re bizewice ku soza azadkirina birayê wê daye.
Ev beşa fîlmê asta destrirêjiya ku jinên di nav lawaziya zêde, xizaniyê û bê alternatîfan de asê mane, eşkere dike.
Bêdengî... dema ku jinek şahidiya niheqiyê dike
Bêdengiya di fîlm de ji girîngiya xwe ya rasterast wek windakirina hêza axaftinê derbas dibe. Dibe zimanek ku rewşa psîkolojîk a Leylayê nîşan dide, rêyek ji bo îfadekirina redkirin û nerazîbûna wê li dijî niheqî û rastiya ku li ser wê hatiye ferzkirin. Bi rêya karakterê lehenga jin, berhem pirsan li ser zextên psîkolojîk û civakî yên ku jin pê re rûbirû dimînin û hêza wan a parastina îradeya xwe di rewşên ku hilbijartin bi sînor in û biryarên çarenûssaz dibin rehîneyên yên din de, derdixe holê.
Her ku bûyer zêde dibin, Leyla piştî dest bi rêwîtiyek manewî dike û li goristanek populer dimîne, di nav civaka xwe de statuyek sembolîk bi dest dixe. Çarçoveya dramatîk a li dora wê, wêneyek jinek diafirîne ku xwedî hêza bêhempa ye ku nexweşan qenc bike û alîkariya jinan di dema zayînê de bike. Bi rêya vê veguherînê, fîlm hebûna mîras û baweriyên populer di jiyana civakê ku ew çawa dikarin sewqî cihek ku mirov lê li hêvî û dilniyabûnê digerin di rûyê êşê de digre dest.
Jinên ku bi tundî û destdirêjiyê re rûbirû ne
Ev xebat girîngiya dîtina jinan ne tenê wekî ên dibin hedefa şert û mercan, wek kesên xwedî maf û îradeya xwe tekez dike. Ew kapasîteya jinan a berxwedanê, hêza wan a ji bo vegerandina deng û hilbijartinên xwe û lêgerîna wan a jiyanek ku rûmet û serxwebûna wan diparêze, destnîşan dike. Li pişt her çîroka jinek ku bi zilmê re rûbirû maye, dengek hêjayî bihîstinê, parvekirina ezmûnek hêjayî û mafên ku divê qet tawîzan nede hene.
Gera nîşandana fîlm dê li Sûriyeyê berdewam bike. Nîşandan dê di 20’ê Mijdarê de li Şanoya Sendîkaya Hunermendan li Helebê û di 23’ê Mijdarê de li Şanoya Navenda Çandî li Lazqiyê bên lidarxistin.




