Goreke komî ya ku jin û zarokên Kurd tê debûn hat dîtin
Di gora komî ya ku li Iraqê bi rêya stalaytê hat dîtin, kolandinê dest pê kir. Tê texmînkirin ku heta niha di gorê de jinek û zarok hene.
Navenda Nûçeyan- Li Iraqê goreke komî ku tê de hestiyên nêzîkî 50 jin û zarokên Kurd têde bûn hat dîtin.
Gora komî li taxa Tel Şêx a navçeya Selman a parêzgeha Semawa ye û 130 kîlometre dûrî navenda Semawa ye. Li gorî nûçeyên herêmê, gora komî di Gulana îsal de bi rêya stalaytê hatiye dîtin. Nayê zanîn ku di gora komî ya ku îro tê de kolandinê dest pê kiriye çend kes têde ne, lê tê texmînkirin ku nêzî 50 jin û zarok hene.