Gitanjali Shri ya nivîskara Hindî Xelata Booker a Navnetewî girt
Romannivîsa Hindî Gitanjali Shri bi romana xwe ya bi navê Tomb In The Sands Xelata Booker a Navnetewî girt û bû yekem jina ji Hindistanê ku Xelata Navneteweyî a Booker wergirt.
Navenda Nûçeyan – Nivîskar û romannivîsa Hindî Gitanjali Shri Xelata Navdewletî ya Booker wergirt û bû yekem kesê ku li Hindistanê Xelata Booker werdigre.
Romana Gitanjali Shri ya bi navê Tomb In The Sands li ser çîroka jineke bi navê "Ma" ya 80'ê salî vedibêje hêjayî Xelata Booker a Navnetewî hat dîtin. Tomb In The Sands yekem romane ku bi zimanê Hindî hatiye nivîsandin û gihişte asta wergirtina xelata Booker a Navnetewî. Di heman demê de ev yekem romanên Gitanjali Shri ye ku li Neteweyên Yekbûyî hatiye weşandin û di sala 2018'an de bi zimanê Hindî hate weşandin.
"Xelata Booker nirxekî pir mezine"
Gitanjali Shri ya 64 salî ku 3 romanên din û çend berhevokên kurteçîrokan çap kirine, derbarê wergirtina xelata Booker wiha got: "Min qet xeyal nedikir ku ezê Xelata Booker bigrim. Xelata Booker nirxekî pir mezin e, ez pir kêfxweşim û hîs dikim ku min xelatek pir mezin bidest xistiye. Hestek mezin e ku mirov bibe nivîskarê yekem pirtûka bi zimanê Hindî."
Her sal xelata Navdewletî ya Booker ji bo pirtûkeke ku bi zimanê Îngilîzî hatiye wergerandin û li Brîtanya û Îrlandayê hatiye çapkirin, tê dayîn. Lê ev sal Xelata Booker a Navnetewî ji bo pirtûkek bi zimanê Hindî hatiye nivîsandin ûçapkirin hate dayîn.