“Girtiyên nexweş serbest berdin”

Li Stenbol û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan - Di daxuyaniyên çapemeniyê yên li Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş bi rakirina astengiyên li pêşiya tedawiyê wan bên berdan. Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê de rewşa girtiya nexweş Dîcle Bozan a li Girtîgeha Tîpa T a Kayserî Bûnyan e, hat vegotin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku Dîcle Bozan di sala 2017’an de û piştre hat jî hat binçavkirin, li nexweşxaneyê lingekî wê ji binê çokê wê hat jêkirin û kolostomî hat kirin, lê beriya ku parçeyên şarapnelê yên lingê wê yê din bên derxistin û tedawiya wê bi dawî bibe birin girtîgehê. Gulseren Yolerî, diyar kir ku Dîcle Bozan ji bilî van nexweşiyan nexweşê mîgrenê û epîlepsiyê ye û gelek caran ji ber epîlepsiyê bêhiş dibe, diyar kir ku Dîcle nikare bi tenê serê xwe bimîne.
“Tedawiya wê hat kirin”
“Dîcle Bozan a ku 9 meh emeliyata wê ya lezgîn hat taloqkirin û 2 girtiyên din ên li heman girtîgehê ji bo tedawî û lêgerina tibî dest bi greva birçîbûnê kirin û xwestin sewqî Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ya ku hevalên wan ên dikare piştî emeliyatê li wan xwedî derkeve lê hene, bibin. Dîcle Bozan ku daxwazên wê nehatin qebûlkirin û di 28'ê adara 2018'an de dîsa şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Xarpêtê. Li gorî agahiyên ku Bozan dane parêzerê xwe, diyar kir ku mafê wê yê tenduristiyê bi temamî ji holê rabûye; tevî ku nexweş ji bo sewqê ne guncaw bû jî, 5 caran bi wesayîta rîngê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Xarpêtê, lê bêyî ku bibin cem doktor dîsa anîn.”
Gulseren Yolerî diyar kir ku hemû serlêdanan bê encam mane û got: “Muamele li Dîcleyê tê kirin îşkenceye. Wekî ku dermankirina wê tê astengkirin, raporên ku derbarê berdana wê tê dayîn jî nayên berçav girtin.”
Ahmet Zekî Ozkan nexweşê pençeşêrê ye
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê di daxuyaniya xwe ya 390’an de bal kişand ser nexweşê giran Ahmet Zekî Ozkan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê tê girtin. Di daxuyaniya li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê de hat ragihandin Ahmet Zekî Ozkan ê 65 salî di 15'ê Adara 2017'an de hatiye binçavkirin, piştî nêzî hefteyekê di binçavan de ma,hat girtin û 10 meh li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Kirşehîrê ma.
Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:
"Rewşa nexweşê ku divê enfeksiyon negre, her ku diçe xirabtir dibe. Her ku diçe ji pozê wî şilî tê û carinan ev şil bi xwîn dibe. Ji bo ku ava pişika wî were girtin li beşa cerahiya sîng emeliyat bûye û bi vê emeliyatê 5 lître av hatiye girtin. Şileya ku mayî bi xortima ku li pişta wî ve hati girêdan hatiye derxistin û bi tevahî 10-12 lître şilê jê hatiye girtin. Ji bilî penceşêra pişikê ya qonaxa 4êmîn nexweşiyên wî yên kronîk ên cûda jî hene… Her çend bijîjkan gotin ku salek emrê ji bo nexweşên bi penceşêra pişikê ya Qonaxa 4’emîn maye jî, lê hêj di girtîgehê de dimînin.”