Girtiyên jin ên siyasî: Bi darvekirinan dixwazin jinan bêdeng bikin

16 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê nerazîbûn nîşanî cezayê îdamê yê li girtiya siyasî Şerîfa Mihemedî dan û gotin: “Dixwazin bi cezayê darvekirinê jinan bitirsînin û dengê ku ji bo nerazîbûnê bilind dibin û bibirin.”

Navenda Nûçeyan - 16 aktivîstên jin ên girtî yên li Girtîgeha Evînê bi daxuyaniyeke nivîskî cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfa Mihemedî hatiye birîn şermezar kirin û xwestin cezayê darvekirinê bê rakirin. Girtiyên jin diyar kirin ku înfaza Şerîfa Mihemedî piştî 7 meh lêpirsîn û gelek îşkenceyan hatiye dayîn û destnîşan kirin ku cezayê darvekirinê di şexsê Şerîfa Mihemedî de li her kesê hatiye birîn.

‘Em li ba Şerîfayê ne’

Girtiyên jin cezayê darvekirinê; weke polîtîkaya tepisandinê û birandina dengê ji bo nerazîbûnan û daxwazan dinirxînin, ev tişt gotin: “Em vê cezayê di siberojê de weke peyama cezayên giran dibînin. Dixwazin bi cezayê darvekirinê jinan bitirsînin û dengê ku ji bo nerazîbûnê û daxwazan bilind dibe bibirin. Em weke komek girtiyên li Qawîşa Jinan a Girtîgeha Evînê bang li her kesê dikin ku ji bo berdana Şerîfayê bikevin nava liv û tevgerê. Em li gel Şerîfayê ne. Em dixwazin cezayê îdamê bê rawestandin.”

Navê girtiyên jin ên ku daxuyanî dan wiha ne: “Varisheh Moradî, Sepideh Qalian, Saronaz Ahmadî, Anisha Asadollahî, Hastî Amirî, Rihaneh Ansarinejad, Golrokh Iraeî, Sakineh Parvaneh, Nahid Tagvî, Nahid Khodajo, Nasrîn Khezrî Javadî, Vîda Rabbanî, Mahbobeh Rezaeî, Mahnaz Darsha, Narges Mohammadî, Maryam Yahivî.”