“Girtiya nexweş Muhlise Karagûzel berdin”

Di Rûniştina F de bal hat kişandin ser rewşa girtiya nexweşiya giran Muhlise Karagûzel 60 salî, banga berdana wê hat kirin.

Stenbol- Komîsyona Girtiyan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya hefteya 535’emîn, li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Muhlise Karagûzel a 60 salî ya ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê Bûnyan tê ragirtin. Daxuyanî endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn xwend.

Tevî gotina 'divê biçe nexweşxaneyê' jî dîsa birin qawîşê

Mehmet Acettîn bal kişand ser vegotinên keça Muhlise Karagûzel a gelek nexweşiyên wê hene û wiha got: “ Li gorî agahiyên keça wê, çûyîna dayika wê ya nexweşxaneyê bi zanebûn tê paşxistin. Ev rewş tenduristî û jiyana wê dixe xeterê.  Beriya krîza dil ya sêyemin derbas bike tevî ku êşa sîngê 20 roj destpêkir, birîne revîrê û tevî ku gotin 'divê biçe nexweşxaneyê' dîsa birîne qawîşê. Piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê Bûnyan û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê kirin. Lê bi gotina “Randevû tune, qelebalix heye” dîsa anîn girtîgehê û 20 roj şûnde piştî krîza dil derbaskir rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê. Serbest berdan û tedawiya xwe domandina  Muhlise Karagüzel a ku her kêliyê bi xetereya krîza dil a nû dijî, ji bo parastina mafê xwe ya jiyanê bûye pêwîstiyek.”

Mehmet Acettîn ê  ji bo bi serbest berdanê parastina mafê tenduristî û jiyanê ya girtiya nexweş Muhlise Karagüzel û hemû girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin, ji raya giştî re jî  banga hestiyariyê bang kir.