Girtîgeha 3 çalakvanên siyasî yên hatine girtin, tê veşartin!
Seda Baykan, Dîlek Arsu û Mehmet Mustafa Uzkar ên li Îzmîrê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê hatin girtin. Lê belê, nayê zanîn ku wan birine li ku derê.

Navenda Nûçeyan – Çalakvanên siyasî Seda Baykan, Dîlek Arsu û Mehmet Mustafa Uzkar ên di 17’ê Îlonê de li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê hatibûn binçavkirin û wan biribûn Bûrsayê, piştî kontrola tenduristiyê ji bo îfadeya dozgeriyê wan birin Edliyeya Bursayê.
Hate ragihandin ku 3 kesên di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya bi pergalî îşkence hatine, di pêvajoya karûbarên îfadeyê de ji aliyê polîsên TEM'ê yên ku lêpirsîn dimeşînin ji odeyê nehatinê derxistin. Der barê 3 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin de biryara girtinê hat dayîn.
Nayê zanîn ku li ku derê ne
Hat diyarkirin ku girtîgeha ku Seda Baykan, Dîlek Arsu û Mehmet Mustafa Uzkar lê hatine girtin jî tê veşartin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezîn Uçar a ji ETHA'yê re axivî, wiha got, "Li edliyeyê rewşeke awarte hebû. Bi muwekîlên me re hevdîtineke bi tendurist pêk nehat. Dîsa nepeniyek awarte heye.”
"Em ji ewlehiya jiyana wan bi fikar in"
Sezîn Uçar bal lê kişand ku muzekere ya girtinê di zerfeke girtî de radestî polîsan hatiye kirin û wiha got: "Dozger heman helwestê didomîne. Em ji ewlehiya jiyana wan bi fikar in." Parêzer da zanîn ku polîsan bi van gotinan gef li muwekîlên wan xwarine: “Dema hûn werin girtin ji me xilas nebin, dema kare we xilas bibe, dîsa em ê we bigrin. Em bi fikar in ku îşkence berdewam dike, ew revandin an ne, em gelek bi fikar ka ew li dijîn an ne.”