Gelê Til Temirê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kir
Îro, gelê bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê bi pêkhateyên xwe yê kurd, ereb û aşûr ji bo berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê, meşiyan û berxwedana wan a ji pola silav kirin.

Til Temir – Şevê din, piştî girtina her 7 riyên çûn û hatinê yên taxên Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên parêzgeha Helebê, cîhadîstên HTŞ’ê çek sewqî beramberî taxan kirin. Gel li dijî binpêkirinên tîfaqa 1’ê Nîsanê û hewldanên HTŞ’ê, çalakiyên protestoyê lidar xistin. Çeteyên HTŞ’ê bi gaza rondikrêj êrişî çalakgeran kirin, paşê jî bi çekan êrîş kirin. Di encama pevçûnan de du welatî jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.
Gelê bajarê Til Temirê yê ku ev êrîş qebûl nekirin, ji bo berxwedana ji pola a gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, meşek lidar xistin. Meşa ku ji pêkhateyên bajar yên kurd, ereb û aşûr pêk hat, ji Meclisa Malbatên Şehîdan bi bilindkirina diruşmeyên berxwedanê silav dikin, destpê kir.
Meş li Çarxereya Şehîd Qendîl, rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin Rêvebera Kongra Star Nûhat Şindî axivî.
Nûhat di destpêkê de bi tundî êrîşên li ser Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir, sersaxî ji şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.
Nûhat da zanîn ku bûyera ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêbû, berdewamiya rêze êrîşên berdewam yên hikûmeta Demkî ya Şamê ku li dijî sivîlan pêk tîne ye. Dorpêçek e nemirovî li ser taxan ferz dike û heta niha binpêkirinên xwe dewam dikin.
Binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê asta necidiyeta HTŞ’ê zelal dike
Nûhat da xuya kirin ku binpêkirina hevpeymana 1'ê Nîsanê asta necidîyeta hikûmeta Demkî ya HTŞ'ê radixe ber çavan.
Berxwedana gelê ku dorpêç qebûl nekirin û berxwedaniyek bêhempa nîşan dan silav kir û got ku Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne.
Vê carê bi rêya hikûmeta Demkî ya HTŞ’ê ye
Nûhat bal kişand ser dîrokên ku tê de êrîşên pir dijwar li dijî gel û herêman çêdibin û got ku: Dewleta Tirk dixwaze careke din di vê mehê de komkujiyên nû pêk bîne, lê vê carê bi rêya hikûmeta Demkî ya HTŞ'ê. Em niha ber bi salvegera komploya navdewletî a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve diçin. Êrîşên duh ji van bûyeran ne qut in.
Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne dorpêçê rakin û êrîşan rawestînin
Nûhat di dawiyê de got ku ew hewldanên dagirkeriya Tirk û hikûmeta Demkî ya HTŞ’ê bi tundî şermezar dikin û heta dawî jî ew ê parastina Şoreşa Rojava bikin. Nûhat bang bang li hikûmeta Demkî kir ku dorpêçê li ser her du taxan rake û êrîşên xwe rawestîne. Di heman demê de got Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne, Kobanê û Cizîrê li pişta wê ne.
Meş bi silogana berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê silav dikin û piştgiriya xwe pêre nîşan didin, bi dawî bû.