Gelê Tahranê bi yek dengî diqîrin: Jin, jiyan azadî!
Xwendekarên Zanîngeha Tahranê ji bo Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, li ser piyan e. Xwendekarên zanîngehê bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” meş pêkanin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekarên zanîngehê li Thranê ji bo Jîna Emînî ya 22 salî ku li Tahrana paytexta Îranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin, daketin kolanan. Xwendekarên Zanîngeha Tehranê di meşa girseyî de bi dengî berz kirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" qetlîamê şermezar kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Tahranê yên li hev civiyan, bi pankartên ku hildan daxwazên xwe û hêrsa xwe ya li hemberî qetlîamên jinan anîn ziman. Polîsan gelek caran mudaxeleyî xwendekarên meş pêktînin kirin, lê xwendekaran tevî hemû mudaxele û êrîşan meş û çalakiya xwe ya şermezarkirine li dar xistin.
Ji bo Jîna Emînî li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê çalakî dewam dikin, di heman demê li gelek navendên cîhanê jî çalakiyên şermezar kirine hatin pêkanîn.