Gelê Saqizê qedexe nas nekir, bi girseyî Jîna Emînî spartin axê

Niştecihên bajarê Saqizê tevî hemû astengiyên hêzên welehiyê ji bo cenazeyê Jîna Emnî bispêrin axê rabûn serhildanê.

Navenda Nûçeyan- Îro gelê Saqizê ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê Jîna Emînî kom bûbûn û cenazeyê Jîna tevî hemû astengiyên hêzên ewlehiyê li goristana Ayçî sipartin axê.

“Hêzên ewlehiyê gef li malbatê xwarin”

Binemala Jîna Emînî biryar da îro di saet 9:30’an de wê cenazeyê Jîna bi beşdarbûna hemwelatiyan were veşartin lê belê emniyetê gef li malbatê xwarin û dan diyarkirin ku divê cenaze dema wan diyar kirine nêzî saet 5:30’ê sibehê zû were veşartin û  divê di merasîma cenaze de saziyên ragihandinê dîmen nekişîne û ji bo malbat jî bi tu saziyên ragihandinê re neaxivin û merasîm bi girseyî neyê kirin, dest danîn ser telefonên wan. Lê belê rastî berxwedana gelê Saqizê hatin û rêgirî li wan hat kirin.

Merasîma bi xaksipartina cenazeyê jina ciwan a 22 salî Jîna Emînî ku xelkê bajarê Saqizê ye, ji ber êrîşên hêzên komara Îslama Îranê li Tahranê jiyana xwe ji dest da, bi beşdarbûna hejmarek zêde ya gelê bajarê Saqizê, bi dorpêça hêzan de cenaze spartin axê.

Hemwelatiyan bi dirûşmên “Bila dîktatorên xirab bimirin” cenazeyê Jîna Emînî sipartin axê û nerazîbûnên xwe li dijî hicabiya neçar nîşan dan û hikumetê şermezar kirin.  

Di saetên şevê de piraniya çalakvanên ku ji bo merasima Jîna Emînî li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn hatin binçav kirin.