Gelê Rojavayê Kurdistanê: Armanca sînorkirina Kurdî bişaftina gelê Kurd e
Li bajarê Qamişloyê gelê Rojavayê Kurdistanê di mitînga li dijî biryara hikûmeta demkî ya sînorkirina zimanê Kurdî de peyama “Ev biryareke desthilatdar e û dixwaze vî gelî bi yek reng û yek zimanî bi rêve bibe. Lê em dê destûr nedin vê yekê” hat dayîn.
Qamişlo – Biryara hikûmeta demkî ya ku di 27’ê Tebaxê de di derbarê dersên zimanê Kurdî de ragihandiye û dibêje tenê heftê 3 waneyên Kurdî bên dayîn, nerazîbûna mamoste, xwendekar û yê gel li Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye. Li dijî vê biryarê çalakiyên şermezarkirinê li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê tên li darxistin û banga parastina mafê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî bilind dibe. Îro li seranserê herêma Cizirê gel herikîn bajarê Qamişloyê da ku bi yek dengî helwesta xwe li hember vê biryarê diyar bikin.
Însiyatîfa Gel bi pêşengiya Kongra Star, li dijî vê biryarê mîtîngek li dar xist. Mîtîng li ber stadyûma 12’ê Adarê ya bajêr bi beşdariya xwendekar, mamoste, saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan ên li seranserê Cizîrê hat lidarxistin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre bi navê însiyatîfa Gel Yûsif Kûtê û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîda Mihemed Ebas û bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Omar Hemîd axivîn. Di axaftinan de hate tekezkirin ku parastina zimanê Kurdî girîng e û bang li hikûmeta demkî hate kirin ku biryara sînorkirina zimanê Kurdî bê guhertin.
‘Hewldanên ji bo ku civak tenê bi yek rengî birêve bibin’
Di çalakiyê de li ser navê Kongra Star, Gulîstan Gulo axivî û destnîşan kir ku yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan pêk hat, zimanê Kurdî ye. Gulîstan Gulo bi bîr xist ku ev ziman bi ked û têkoşîneke pir mezin hatiye parastin û pêşxistin û wiha domand: “Di vê şoreşê de zarokên vî gelî li ser bingeha perwerdehiya bi zimanê Kurdî mezin bûn. Biryara hikûmeta demkî biryareke desthilatdar e û dixwaze vî gelî bi yek reng û yek zimanî bi rêve bibe.”
Li ser navê xwendekar û mamosteyan jî nêrîn hatin ziman. Xwendekar Sîlva Elî, Mîrva Emo û Nûr Beşîr bi yek dengî tekez kirin ku ew li dijî biryara sînordarkirina zimanê Kurdî ne. Her wiha xwendekaran diyar kirin ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî mafê wan e û ew naxwazin bi zimanê Erebî perwerde bibin.
'Armanc bişaftina gelê Kurd e'
Mamoste Rojîn Mûsê jî diyar kir ku armanca biryara hikûmeta demkî bişaftina gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Eger zimanê Kurdî ji holê were rakirin, wê dîrok û çanda Kurdî ji kokê ve bên rakirin. Di encama Şoreşa Rojava de, perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi awayekî serkeftî bipêş ket. Ew dixwazin bi zimanê me li ser hebûna gelê me bisekinin, lê ev yek tu carî pêk nayê.”
'Mafê her pêkhateyekê ye ku bi zimanê xwe perwerde bibe'
Li ser navê pêkhateya Ermenî Bûhar Doxan axivî û got: “Bi salan gelê Kurd ji bo parastina gel û pêkhateyan têkoşîn kiriye. Mafê her pêkhateyekê ye ku bi zimanê dayîkê bixwîne û perwerde bibe.”