Gelê Başûr li dijî dagirkeriyê li ser piyan e
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, duh li bajrê Silêmanî, Derbendîxan, Tekye û Qeladizê gel li ser piyan bûn.
Navenda Nuçeyan - Çalakî û nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe mezintir dibe. Tenê duh li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî, bajarokê Derbendîxan, Teke û bajarokê Qeladizê çalakî hatin li darxistin û di çalakiyan de êrîşên dewleta Tirk ya bi havkariya PDK’ê hate şermezarkirin.
Silêmanî
Li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê Desteya Dijî Dagirkeriyê û Şerxwaziyê ku ji mamoste, nûnerên hêzên siyasî, rêxistinên sivîl, aktîvîst û rojnamegeran pêk tê, bi dirûşmeya “Derkeve, derkeve, artêşa Tirk derkeve” çalakiyek li darxistin û di çalakiyê de daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Iraqê û Serokkomarê Iraqê kirin.
Tekye
Li bajaroka Tekye ya ser bi Çemçemal a Silêmaniyê, bi durişma “Li hemberî xeta xiyanet û dagirkeriyê Kurdistanê biparêzin” dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi meşekê girseyî hate şermezarkirin.
Di meşê de dirûşmeyên, “Bimre xiyanet”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana gerîla”, “Dagirker baş bizanibe Avaşîn goristan e ji bo te” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de piştgiriya ji bo gerîlayan hat ragihandin.
Derbendîxan
Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê hate şermezarkirin.
Çalakî li ber Çayxaneya Çandî ya Derbendîxanê pêk hat. Di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê hate şermezarkirin û ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hate xwestin ku êdî li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemînin û herwiha bang li hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û welatên zilhêz hate kirin ku rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bigrin.
Qeladizê
Li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê meşek hate li darxistin.
Meş di nav bazarê destpê kir û li Parka Qeladizê bi dawî bû. Piştî meşa girseyî ji aliyê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ve daxuyanî hat xwendin. Di daxwuyaniyê de bal li ser hat kişandin ku êrişên tên pêkanîn li dijî destkeftiyên gelê Kurd e û wiha hate gotin ku: “Dewleta Tirk ya dagirker bi hîncetên bêbingeh êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê berdewam dike û kirine qada şer. Divê gel, rêxistin û grûbên siyasî vê rastiyê bizanibin ku niha plangeriyek metirsîdar li ser tevahiya destkeftiyên gelê me heye. Dewleta Tirk jêre serkêşiyê dike û hêzek kirêkirî û beşek ji welatên cîhanê hevkariya wê dikin. Lewma pêwîste li dijî derkevîn.