Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan li qadan e

Êrîşên dewleta Tirk ku şevê din li ser bajarên Kurdistanê dabûn destpêkirin, iro jî berdewam kirin. Di êrîşan de yek jê rojnamevan, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî êrîşan li qadan e.

Navenda Nûçeyan – Dewleta tirk duh bi şev bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kobanê, Dêrik, Şehba, Dirbesiyê, Şera, Zirganê bombebaran kir. Vê siharê jî careke din êrîşî Kobanê kir. Di encama êrîşên dewleta Tirk de yek jê rojnamegerê ajansa ANHA’yê, 12 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes birîndar bûn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî êrîşan herikî qadan, sekn û helwesta xwe nîşan da.

Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ku ji duh bi şev ve dest pê kirine, heta niha didomin, bi tundî şermezar kirin. Meşa ku ji çerxeriya Sonî dest pê kir, heta ber çerxeriya şehîd Rûbar domiya. Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û dirûşmên ‘Bimre dagirkerî’ hatin berzkirin. Gelê Qamişloyê di meşê de biryardariya xwe ya berxwedanê li dijî êrîşan raber kir û dan zanîn ku tu êrîş vîna wan naşikîne.

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Mehsûm Hesen wiha got: “Duh dewleta tirk bi dijwarî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ev bûyer ji aliyê dijmin ve bûyerek ne xerîb e û dîroka Osmaniyan ev pêncsed sal im berdewam dike. Dewleta tirk sivîlan hedef digre, zarok, pîr û jinan dike hedef û dîroka dijmin dirêj û kûr e. Tu hurmet û exlaq di şerê dewleta tirk de nîn e. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dizanin ku bûyera ji duh bi şev ve dest pê kiriye, ji gelê me re ne xerîb e. Di roja îro de bersiva gelê me ji dagirkeriyê re dersek dîrokî da Erdogan. Li çiyayên Kurdistanê dewleta tirk hemû çekên giran û qedexekirî li hemberî gerîlayan bi kar anî lê bi ser neket û nîşaneya têkçûna Erdogan raber kir.”

Jinên ku beşdarî meşê bûne helwesta xwe li dijî êrîşên dewleta tirk parve kirin.

Leyla Hecî Silêman di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha helwesta xwe anî ziman: “Em di destpêkê de sersaxî ji şehîdan re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Êrîşên duh dest pê kirine em bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk dixwaze me qir bike lê em qir nabin Erdogan tenê xewnan dibîne. Em bi tang, top û êrîşên dewleta tirk tune nabin. Em dibêjin kanî mafên mirovan, îro mafên mirovan nîn e û hemû welatên li cîhanê li hemberî van êrîşan bêdengiya xwe diparêzin.”

‘Em bi vê çalakiya xwe peyamên berxwedanê didin dijmin’

Endama Komîteya Parastina Jîngeha Kantona Qamişlo Şermîn Şerqo nêrîna xwe wiha anî ziman: “Em wek gelê Rojava van êrîşên dewleta tirk şermezar dikin û bi vê çalakiya xwe peyama berxwedanê didin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê doza wan berdewam bikin. Dewleta tirk çiqas êrîş jî bike dê berxwedan û hêza me mezin bibe. Em ê felsefe û projeya xwe berdewam bikin û bi ser bikevin. Dewleta tirk çiqas êrîş jî bike, dawiya wan binketin e. Dewletên navneteweyî li hemberî êrîşên dewleta tirk her dem bêdeng in û ev yek jî dide diyarkirin ku berjewendiyên wan bi hev re hene. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û banga berxwedanê dikin.”

Gelê Hesekê: Bi êrîşan deskeftiyên şoreşê hedef digrin

Gelê bajarê Hesekê bi hemû pêkahteyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, piştgirî dan şervanên YPJ/YPG Û QSD’ ê. Meş li ber çarxeriya Sînalko dest pê kir û li ber çarxeriya Kevokê veguherî mitîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ehmed wiha got: “Dewleta tirk li ser kuştin û tunekirina gelê me xwe dide avakirin. Hilbijartinên Tirkiyeyê yên 2023’an nêz dibin, ev hilbijartin dawiya emrê Erdogan e lewre dixwaze bi çi awayî mabe baweriya gelê Tirkiyeyê qezenc bike. Îro cîhan li hemberî van kiryaran bêdeng e, pêwîst e êdî wijdanê mirovahiyê şiyar bibe û rê li ber van kiryaran were girtin. Avêtina gavên pîroz di vê qonaxa hesas de dijmin har kiriye. Em bi van êrîşan serî natewînin. Dibêjin em ê bi seatekê yan rojekê tevgera azadiyê têk bibin lê ev tevger her ku diçe xurtir dibe û ji bo azadiya gelê xwe di nava têkoşînek mezin de ye.”

‘Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em ê li qadan bin’

Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Dehla Ehmed îşaret bi berxwedan û têkoşîna gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û diyar kir dê hevgirtina gelan, yekitiya jinan li tevahî cîhanê di bin dirûşma Jin Jiyan azadî de, van êrîşan vala derbixe û wiha got: “Em êrîşan bi tundî şermezar dikin, şoreşa ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin dê bi têkoşîn û berxwedaniya jinan li hember dagirkerî û êrîşên hovane bi ser bikeve. Îro êrîşên ku tên kirin destkeftiyên şoreşa ku jinan pêşengiya wê dike hedef dike. Ji bo wê jî em xwediyên vê şoreşê ne û ji bo parastina destkeftiyên wê em ê her dem li qadan bin.”

Heyfa Emîn dayika Şehîd Delîl Cûdî jî berteka xwe li hember êrîşan wiha anî ziman: “Îro em li pişta şervanên xwe, zarokê xwe ne. Em xwediyên vê xakê ne û îro dem dema parastina xaka me ya ku me bi xwîna şehîdan av daye. Çi ji me were xwestin em ama de ne bikin. Dewleta tirk dixwaze nirxên pîroz ên vê şoreşê têk bibe û xaka me dagir bike.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedan” bi dawî bû.

Til Temir

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi sedan ji şêniyên navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xistin. Jin, mêr û kesên temenê wan mezin li ber Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) kom bûn, paşê ber bi kolana Ş.Umer Baravî ve meşiyan. Di heman demê de firoşgehên bazarê hemû hatin girtin.

Meş bi dirûşmên ku berxwedana gel û şervanan pîroz dikin, êrîşên dagirkeriya tirk û hevkarên wan şermezar dikin hat lidarxistin.

Ji ber bêhelwestiya garantoran êrîş ji 2018'an ve nehatine rawestandin

Paşê Rêvebera Kongra Star Hêvîn Sebrî axivî û bal kişand ser êrîşên dawî û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bejahî û hewayî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin. Ev êrîşên ji bo dagirkeriyê ji 2018'an ve nehatine rawestandin û hemû pêkhateyan hedef digrin. Êrîş û binpêkirinên li dijî gund û herêmên me yên sînorî saniyeyek jî nehatine sekinandin ku heya niha jî her du hêzên garantor (Rûsya-Emerîka) tu helwest nîşan nedane. Projeya Neteweya Demokratîk, rêveberiya xweser û rêxistinbûyîna jinan bûye stiriyek di çavên dewleta tirk de. Divê ku em nas bikin ger îro em ewqasî ne bi hêz bûna, êrîşên wiha hov jî pêk nedihatin.

Hêvîn Sebrî da zanîn ku ev êrîş vîna gelê Kobanê naşkîne û wiha pêl da gotinên xwe: "Dixwestin bi êrîşa li ser Kobanê  duh, vîn û berxwedana gelê wê ku bû destpêka çirûska şoreşa Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, bişkînin. Em wekî gel li hember hemû êrîşan bi tedbîr û amade ne ku herêmên xwe û nirxên şoreşa xwe biparêzin.

Em li vir bûn û em ê li vir bin

Hêvîn Sebrî bang kir ku pêşî li van êrîşan were girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hêzên hegemonîk, sazî û rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û hemû civaka navdewletî û cîhanê dikin ku pêşî li êrîşên dijmirobî ê dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên me bigrin. Em ji berî hezaran salan ve li vir bûn û em ê li vir bin. Hêza me heye ku em wekî gel herêmên xwe biparêzin. Wê berxwedana gel biserkeve û dagirker têk biçin."

Meş bi xwestina sersaxişya ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane û şîfaya ji birîndaran re bi dawî bû.

Şehba

Di bin dirûşma "Dewleta tirk terorê dike û piştgirî dide wê" Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê meşek awarte li kantona Şehbayê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li dar xist. Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn. Meş ji dibistana Mûşat a navçeya Fafîna Şehbayê heya qada ajokariyê ya li navçeyê bi hildana wêneyên komkujiyên ku dewleta tirk pêk anîne domiya her wiha gel dirûşmên şermezarkirina êrîşan bi coşek mezin avêtin.

Piştî gihîştina qadê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo axivî û got: "Dewleta tirk bi serkêşiya AKP-MHB'ê ve di sedsala 21'emîn de gelek hewildan ku bi riya êrîşên xwe derbasî xaka Rojava bibin û wê dagir bikin. Di enacam berxwedana gelan, hevgirtin û sekna wan de dewleta tirk negihîşt armanca xwe lewra her çend roj carekê bi riya êrîşên xwe dixwaze tirsê bixe dilê welatiyan da ku dev ji berxwedana xwe berdin. Em ê tu carî xewn û xeyalên wî pêk neynin ji ber ku gel bi fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk tev digere û xwe bi rêxistin kiriye. Em êrîşên ku seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hedefa xwe şermezar dikin."

Ji jinên ku beşdarî meşê bûne Zeyneb Elî li dijî êrîşan wiha got: "Li hember êrîşên ku tên kirin û sivîlan hedef digrin rêxistinên mafên mirovan bêdengiya xwe diparêzin. Erdogan bi balafirên xwe êrîş dike da ku tirs û fikaran bixe dilê me, em dev ji ax û berxwedana xwe berdin lê em ê tu carî xwestekên wî pêk neynin. Ger bi dayikên şehîdan jî mabe em ê dev ji xaka xwe bernedin. Em êrîş û tivingên dagirkeriyê ku herêmên me dikin hedef û komkujiyan pêk tînin şermezar dikin û li ser xwe qebûl nakin."

Emîne Mihemed êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezarkir û got: "Em êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin. Ji zarokên 7 salî heya kal û pîrên 70 salî her roj li ser piyan bin û dakevin qadan li dijî êrîşan. Em van êrîşan tu carî li ser xwe qebûl nakin û teslîmî xwestekên dijmin nabin. Em ê berxwedana xwe heya nefesa dawî bidomînin."

Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.

Minbic

Bi sedan jinên bajarê Minbicê tekez kirin ku êdî dem hatiye ku civaka navdewletî piştgiriyê mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û li hember berdewamiya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê helwesteke tund nîşan bide.

Di axaftina ku li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê hat kirin wiha hat gotin: “Gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rojane berdewam dikin. Li Dêrikê di encama van binpêkirinan de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ku di nav wan de nûçegihanê Ajansa Hawarê jî heye, 3 jî birîndar bûn, ku di nav wan de nûçegihanê Stêrk TV jî heye û bombebaran hîn jî berdewam dike.”

Di axaftinê de bal hat kişandin li ser hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi xwepêşandanên ku li hemû herêman hatin li darxistin. Her wiha Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bêdengiya xwe li hember bûyerên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê diqewimin bişkînin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Nûra El-Hamid ji ajansa me re axivî û wiha got: “Bombebarana dewleta Tirk a duh bi şev li herêmê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em li dijî van kiryarên dijmirovahî serî hildidin. Em bang li rêxistinên civaka sivîl û dewletên çalak dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku van êrîşên li ser herêmên me rawestîne. Mafê me heye ku em di nava aramiyê de bijîn û mafê ti welatekî nîne ku êrîşî herêmên me bike.”

Dêrezor

Meclisa Herêma Rojhilat a gundewarên Dêrezorê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîş bi lidarxistina Komxebata Eşîran a bi armanca yekkirina rêzan di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de re hevdem bûn.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser yekitiya pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya wan ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate kirin, her wiha hat destnîşan kirin ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê sûcekî li dijî mirovahiyê ye, ya herî dawî êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser e ku di encamê de hejmarek sivîlên bêguneh di nav de zarok û jin hatin qetilkirin.