Gel li dijî biryara darvekirinê li qadan e

Li Îran û Rojhilatê Kurdistan serhildana ku di pêşengtiya jinan de despêkiribû berdewam dike. Gelê ku meydan kirin qada têkoşînê, bi agir berdana kolanan biryara darvekirinê şermezar kirin.

Gel li dijî biryara darvekirinê li qadan e

 

Navenda Nûçeyan – Li Îranê serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpêkirîn, li beramberî hemû zext, gef, cezayê darvekirinê berdewam dike. Bi hêceta ku beşdarî serhildanan bûne  Mohammad Mehdi Karimi û Seyed Mohammad Hosseini hatin girtin, rastî îşkenceyên giran hatin û di sibeha 7’ê Çileyê de hatin darvekirin. Gelên ku li dijî darvekirina dû ciwanan helwesta xwe nîşan da, dûh car din herikîn qadan û nerazîbûna xwe diyar kirin.

Çalakî belavî gelek bajaran bûn

Li rûxmê gef, girtin, qutkirina internetê, şevê din li Rojhilatê Kurdistanê û îranê li bajarên Tahran, İsfahan, Hormozgan, Kazvin, Varamin, Karaj, Meşhed, Babol û gelek bajarên din gel herikîn qadan û agir pêxistin û dirûşmeyên li dijî hikumetê û dirûşmeyên azadiyê berz kirin.

Xwepêşanderan bi dirûşmeyên xwe xwestin pergala rêveberiya rejîma Îranê were guhertin.