Gel bi gotina ‘Em serî natewînin’ li dijî êrişan meşiya
Li Şengalê gelê ku li dijî êrişan meşiyan destnîşan kirin ku ew dev ji azadî û hebûna xwe bernadin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin.

Şengal – Ev du meh in bê navber balafirên bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker li ser Şegnalê digerin, her wiha di hefteya borî de 4 caran êrîş li Şengalê pêk hat. Herî dawî jî duh di seatên êvarê de balafirên bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker êrişî wesaytekî sivîl li navenda Şengalê kir. Di encamê de sivîlekî şehîd bû û ji yek jî birîndar bû. Ji bo şermezarkirina van êrîşan û bê dengiya hikumeta Îraqê, li ser banga Rêveberiya Xweser ya Şengalê, gelê Şengalê daketin qadan.
Di meşa ku endamên saziya Rêveberiya Xweser ya Şengalê û endamên TAJÊ jî tê de amade bûn ji Meclîsa Gel ya navenda Şengalê û heyanî çerxeriya Yermok dom kir. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bimre Îxanet’, ‘Şehîd Namrin’, ‘Bijî Berxwdana Şengalê’ hat berzkirin.
‘Em gav paş de navêjin’
Piştî ku meş gihîşt Çerxeriya Yermok li ser navê Rêvberiya Xweser ya Şengalê Dexîl Ibrahîm daxuyanî da. Di daxuyaniya ku êrişên dewleta Tirk a li ser Şengalê hat şermezarkirin de bang li hikumeta Iraqê hate kirin ku li hember van êrîşan xwedî helwest bin, her wiha bang li civaka Êzidî jî hate kirin ku li dijî êrîşên qirker tekoşîna xwe bilind bikin û berxwedaniya xwe mezintir bikin û hat gotin ku “Bila her kesî bizane ku em tu car gav gavekî ji azadî û hebûna xwe paş de navêjin.”
‘Êriş bi destekdayîna PDK’ê pêk tên, Iraq bêdeng e’
Di daxuyaniya hat diyarkirin ku eger van êrişan berdewam bikin wê birîna fermanê ya ku hîn ne hatiye derman kirin kurtir bibe, bal lê hat kişandin ku di hefteya dawî de dewleta Tirk bi rêya balafirên bê mirov bê navber êrişî Şengalê kiriye û wiha bal li ser bêdengiya Iraqê ya li hemberî van êrişan hat kişandin: “Ne mîrên Êzidiyan ne jî hikumeta Îraqê dengê xwe li hember van êrşîan nakin. Ev êrîşan ne tenê bi armanca dagirkirina Şengalê, bi destek dayîna ji PDK’ê ve ye ji bo xirakirina aramiya Şengalê û rê li pêşiya vegera gel girtin e. Me ji tu hêzekî tu tişekî nexwestiye. Gotinekî me yek tenê heye pêşiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigrin.”
‘Em serî natewînin’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sêvê Kutî ya ji ajansa me re axivî û li hember êrîşên qirker bang li civaka Êzidî kir ku yekîtiyê ava bikin û wiha got: “Ev heftiyekî 4 caran êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Şengal pêk hatin. Hikumeta Iraqê dibêje Şengalê beşekî ji min e, eger Şengalê beşekî ji Iraqê ye wê demê em vêya piris dikin çima li ber destê êrîşên dewleta Tirk ve hêştine? Weke civak Êzidî em ê li hember hemû êrişan xwedî helwest bin û em tu car serî netewînin.”