Foza Yûsif: Gelên li herêmê ji diyalogê re vekirî ne

Endama Desteya Serokatiya PYD Foza Yusif bal kişand êrişên li Dêrezorê, diyar kir ku gelên li herêmê ji diyalogê re vekirî ne û anî ziman ku Sûriye ya suriyeyiyan e, çareserî di destê Sûriyeyan de ye; ne di Astana û Cenevê de ye.

Navenda Nûçeyan – Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif Yusif di Kongreya 5`an a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de axivî. Foza Yûsif geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, bandorên wê li ser herêmê, armanca êrişa dawîn ên li ser kantona Dêrazorê û çareseriya aloziyê û helwestên hêzên herêmî li hember Sûriyeyê nirxandin.

Foza Yûsif diyar kir ku  şerê cîhanê yê sêyemîn bi rê û rêbazên cuda dewam dike û got: "Rojhilata Navîn navenda şerê cîhanê ye. Sedeme kî ve yekê ew e ku rêyên bazirganiyê yên serekê di vê herêmê re derbas dibin. Li ser vê yekê di serî de Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên vê herêmê civakên xwe ji encamên vî şerî biparêzin."

‘Gef mezin in’

Foza Yûsif anî ziman ku divê gelên herêmê siyaseteke rast bimeşînin û bi awayekî rast geşedanan binêrin, di serî de projeya Rêveberiya Xweser destkeftiyên hatin bidestxistin biparêzin.

Foza Yûsif bal kişand li ser êrişên çekdarên Difa El Wetenî û komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê kir û got: "Hêzên li dor me naxwazin projeya me bi ser keve. Rewşa li Dêrazorê berdewama hewldanên têkbirina projeya me ye. Careke din hikumeta Şamê dixwaze Sûriye vegerîne beriya 2011`an, mîna li Qamişloyê sala 2004`an kiriye."

Foza Yûsif bi bîr xist ku bûyerên li Dêrazorê berdewama binkeftina heman aliyan e ku sala 2023`yan xwestine fitneyê derxist û tevna civakî ya herêmê xirab bikin. Foza Yûsif wiha domand: "Şoreşa me hîna negihiştiya armanca xwe, gef mezin in. Armanca normalîzekirina di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, bi beşdariya hêzên herêmî û navneteweyî û hêzên dîtir firehtkirina qada şer û kûrkirina aloziya Sûriyeyê ye. Di heman demê de ji bo têkbirina destkeftiyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

‘Çareserî di destê gelê heremê de ye’

Foza Yûsif diyar kir ku helwesta partiyên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sabit e wiha pê de çû: "Diyalogên navxweyî rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hêzên xwe yên leşkerî êrişan bê bersiv nehêlin û dê nehêlin rewş vegere beriya 2011’an."

Foza Yûsif bang li hikumeta Şamê kir û wiha got: "Devê hikûmeta şame dev ji çareseriya leşkerî berde.  Vebijêrka siyasî nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê û yekitiya xaka wê.

Foza Yûsif diyar kir ku vebijêrka leşkerî ya hikumeta Şamê pejirandiye û êrişên çekdarên Dîfa El Wetenî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk, li gorî berjewendiyên dewleta Tirk e.

Foza Yûsif di dawiyê da jî wiha got: “Gelên herêmê ji diyalokan re vekirî ne û çareserî di destê sûriyeyiyan û li ser axa Sûriyeyê ye ne li Astana û Cinevê ye.”