Foruma Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye di roja dûyemîn de didome
Foruma şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye ku bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi despêkirina atolya xebatê didome.
Qamişlo - Bi pêşengtiya Kongreya Star Forum a Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya bi komîteya amadekar a 7 rêxistinên jin hat organîzekirin di roja dûyemîn de bi vekirina xebata atolye berdewam dike.
Atolya li ser çar mijaran dest bi xebata xwe kir. Mijara yekemîn pêşengtiya jinê di guhertin û veguhertina civakê de, mijara duyemîn li ser têkoşîna qada siyasî û hiqûqî, mijara sêyemîn li ser pêwîstiyên pêşxistin, parastin û pêkanîna mafê jin û mijara çaremîn jî li ser siyaseta terbiye kirine, birçîbûnê û li dijî wê pêşxistina aboriya jin hat nîqaşkirin. Piştî nîqaşên ku li ser xalên haitne diyarkirin encamnameya atolya xebatê hat diyarkirin.
Encamnameyên atolya xebatê ya jinan wiha ne;
1-Zêdekirina cihê perwerdeye bîrdoziya jinan û peydakirina kadroyên fêrkirinê.
2-Pêkanîna zagonên têkildarî mafê jinan jin li hemû hêrmên Sûriye û bakur û rojhilatê Sûriye.
3- Guhertina rêbazên perwerdeya jinan bi rengekî diha aktîfkirin û rêxistinkirina wê di hemû qadan de.
4- Pêşxistina aboriya jin û peydakrina kar û xebat ji hemû jinan re.
5- Cudakirina siyasete ji mijarên têkildarî olan.
6- Pêwendiya bi rêxistinên jinan ên derve re têkildarî dozên jinan yên di herêmên dagirkirî de rastî zordariyê tên.
7- Belgekirina kiryarên dagirkeran di herêmên ku li Sûriye dagirkirine û şandina wê ji aliyên pêwendîdar e.
8-Lêkolîn û lêpirsîn der barê dozên qetilkirina jinan de û mayindekirna mafê wan bi cezakrina kujeran.
9- Vekirina doza jinen DAIş’ê û peydakirina çareseriyê ji doza van jinên ku xeteriyê li ser tevahî cîhanê dide çêkirin.
10-Beşdarbûna jin ji qada siyasete re û cihgirtina wê di destûrê Sûriye re.
11-Hevkarî û hevgirtina rêxistinên jinan yên derve û hundir der barê hemû mijarên ku jin têkildar dike.
12- Piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin di hemû qadên navnetewî de.
13-atoliyên xebatê lin her derê bêne lidarxistin da jin zêde têbighêjin ji bo zagon û mafê xwe.
14-Pêşxistina rêbazên pêşketî der barê projeyên aboriya jin.
Piştî atolya xebatê, bernameya Foruma Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye bi panêla sêyemîn a li ser bandora şoreşê li ser meşa têkoşîna jinan dewam dike…