‘Fikrê Rêber Ocalan ronahiya azadiya hemû jin û civakan e’

Jinên ji bajarê Qamişlo yên bal kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku bi naskirina fikrên wî yê li ser jiyana azad, jiyana wan guheriye.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi Komploya Navnetewî dîl hat girtin û li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F tê girtin, tecrîdek girankirî tê meşandin. Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl û Rêvebera Odeya Bazirganiyê ya Kantona Qamişloyê Şêrîn Omer bal kişandin li ser fikrên Ocalan a ji bo azadiya jinan û anî ziman ku ew bi saya fikr û felsefeya wî Şoreşa Jinê ya Rojava pêk anîne.

Hindirîn û Şêrin ên bal kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman ku li ser wî tecrîda girankirî tê meşandin û gotin ku fikrê Rêberê Gelê Kurd ronahiya azadiya hemû jin û civakan e.

‘Felsefaya Rêber Apo rêya hemû jinên cihanê vekir’

Hindirîn Xelîl rola fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di pêşxistin û rêxistinkirina bi hezaran jinan de nirxand û wiha got: “Jinan bi hezaran salan êşa paşguhxistin, qetilkirin û binpêkirina mafên bingehîn kişandin, lê fikra Rêber Ocalan ew jinan ji wan ferzkirinan xilas kir. Piştî ku me fikra wî naskir me karî xwe di hemû waran de îsbat bikin, fikrê xwe  pêşbixin û kesayet û rastiya xwe nasbikin. Ne tenê jina Kurd ji fikrê Rêber Ocelan sûd wergirt, fikrê wî riya hemû jinên cîhanê vekir. Rêber Ocelan fikrê xwe ji bo hemû jinan pêşkêş kir daku xwe rizgar bikin, li pêşiya hemû pergalên dîktator rawestin mafên xwe bixwazin û di jiyaneke azad de bikarbin fikrê xwe azad li gorî vê felsefeya ku hemû mafên jinê daye ava bikin. Jinan bi vê felsefeyê karin xwe nas bikin û li pêş hemû astengiyên di riya wê de bihêztir bibin. Jinên li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê karî bi şoreşa jinê re bingehek xurt ji bo xwe ava bike û bibe rêvebera hemû jinên cîhanê.”

Hindirîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Divê em ji bo fikrê Rêber Apo ji hemû jinên cîhanê re belav bikin bêhtir têbikoşin û jinên rastî qetilkirin û tundiyê tên rizgar bikin. Li gorî fikrê Rêber Ocelan guhertina civakan erka li ser milê me ye, ji ber ku ew yekane rêya çareseriya jinê azadbûna wan e.”

Dê avakirina jinek rêveber ji bo hemû jinên cîhanê nimûne be

Rêvebera Odeya Bazirganiyê ya Kantona Qamişloyê Şêrîn Omer li ser girîngiya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ji bo jinê û bi taybet jinê Bakûr û Rojhilatî Sûriyê axivî û wiha got: “Fikrê Rêber Apo hemû ji bo jinan û bi taybetî jî jinên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê di aliyê bingeha jinê ya pêşxistina kesayet û fikrê xwe de girîng e. Ev yek ji bo jin hişmendiya ku jinê paşguhdixe derbas bike û di warê mafên jinan û cihê wan ya pîroz civakê pêşbixe perwerde bike de derfetek bêhempaye. Ev fikrê Rêber Apo rê ji jinê re vekir da ku xwe pêşbixe, rastiya xwe nas bike û mafên xwe biparêze.”

‘Jin ji bo parastina welatê xwe li hemberî hêzên herî mezin ya cîhanê şer dike’

Şêrîn Omer dest nîşan kir ku hêj gelek jin hene ku ditirstin li ser mafên xwe biaxivin û wiha axivî: “Raste ev  li gorî rêjeya jinên xwe îsbat kirine û tevlî refên leşkerî û siyasî bûne rêjeyek kêm e, lê dîsa jî divê jin der barê bidestxistina mafê xwe de netirsîn û biçalak bin. Her wiha hin jin der barê gel de biryarên giştî distînin, hinek jin jî tirsa ji binketinê û nepejrandina civakê derbaskirine, dest bi avakirina projeyên xwe taybet kirine û di herêmê de beşdarî avakirina saziyên jinan bûne. Berê jinê nikarîbû bi tenê ji mal derkeve, lê îro ji bo parastina welatê xwe li hemberî hêzên herî mezin ya cîhanê şer dike.”

‘Divê jin li gorî têgeha azadiya jinê civakek azad ava bikin”

Şêrîn Omer der barê pirtûk û berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan yên derbarê  rastiya jinê dahûrandin kiriye ku jin çawa dikare li pêş hişmendiya desthilatdarê mêr raweste û pirtûkên zanista jinê Jineolojiya jî nêrinên xwe anî ziman û got: “Divê hemû jin ji bo baştir fikrê Rêber Apo nas bikin û prespektîvên wî yên der barê  jinê re bizanibin van pirtûkan bixwînin.  Divê jin bi pêşxistina xwe û fikrên şaş ku civakê di fikrê jinê de çandî sererast bikin da ku xwe pêşbixe, fikrê xwe biguhêre û bikaribe li gorî têgeha azadiya jinê civakek azad ava bike.”

“Şoreşa jinê ya li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê bi saya fikrê Rêber Apo ava bû’

Şêrîn Omer dest nîşan dike ku  şoreşa jinê ya li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê bi saya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan avabûye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelek saziyên me bi berdala giyanên jinan avabûne, lewma divê jin hêza xwe îsbat bike ku rastiya xwe binase û xwe pêşbixe ku bi demê re bikaribe civakê biguhêre û nifşên nû azad û civakek azad avabike. Derfet li pêş me vekirî ne divê em sûdê ji derfetan bigirin ku xwe û fikrê xwe berî her tiştî pêşbixin.”