Fîdan Sebirî Çawis bi tilîliyan hat oxirkirin

Fîdan Sebirî Çawiş a ku li Ehdas a Şehbayê di teqînekê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Fafînê bi tilîliyan hat oxirkirin.

Şehba- Welatiyên Şehbayê Fîdan Sebirî Çawiş a 40 salî ji gundê Baflûnê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ku di encama teqînekê de li navçeya Ehdas a Şehbayê bi giranî birîndar bibû û di encama birîna xwe de jiyana xwe ji dest da li goristana navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê bi merasîmekê spartin axê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, bawernameya Fîdan Sebirî Çawiş ji aliyê mamoste Avdar Elo ve hate xwendin.

Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Xedîce Îbo di merasîmê de axivî û wiha got: "Em ê her tim xeta şehîdan bişopînin. Dijimin di her demê de bi çek û hovîtiya xwe dixwaze şahiyên me xemgîn bikin, lê tu kes nikare li pêşiya gelê Kurd bibe bend.”

Cenazeyê Fîdan Sebirî Çawiş bi berizkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”û”Bijî berxwedana Serdemê” û tilîliyan hatin spartina axê.