Fermandar Sosin Bîrhat û hevalên wê li Til Temirê hatin bibîranîn
Bi dehan gelê navçeya Til Temirê bi hemû pêkhate û partiyên xwe fermandara YPJ û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat û 4 hevalên wê li cihê ku jiyana lê jidest dane, bibîr anîn.

Hesekê - Di 19'ê Tebaxa 2021'an bi rêya balafirên biçek yên bê mirov (SÎHA) ya dewleta tirk a dagirker Meclisa Leşkerî a Til Temirê hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û şervanê bi navê Rûbar Hesekê û Seyifûlah her wiha Fermandar Rênas Roj ên ku li ser rêya Qamişlo hatin hedefgirtin, jiyana xwe jidest dan.
Bi boneya salvegera şehadeta wan a yekemîn gelê navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê -Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bibîranîn.
Malbata Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û Seyfûlah her wiha malbata Akîf û Yelmaz ê ku li ser destê heman ajanî hatibûn şehîdxistin tevî şêniyên Til Temirê û rêxistin, sazî û Kongra Star û Rêveberiya Xweser li Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn. Paşê bi defê, tilîlî û siloganan ber bi Meclisa Leşkerî a Til Temirê ve meşiyan. Piştî ku gel gihiştin meclisê ji aliyê şervan û rêhevalên şehîdên doza azadiyê ve hatin pêşwazî kirin. Heman wextê de jî ji bo bîranîna lehingan parkek li ser navê wan hat vekirin.
"Em rê nedin îxanetkaran û xwe ji berê zêdetir birêxistin bikin "
Piştî qedeyeke rêzgirtin, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fîdan Sîno axivî û wiha got: "Li Kurdistanê em her roj xwînê dirjînin da ku destkeftiyên lehingan ku bidest xistine biparêzin. Em ne ew netewên ku li hember êrîşan zeyîf dikevin lê belê em xwediyê hezaran şehîd in ku ji bo parastina nirxê wan em her kêlî ber xwe didin. Divê ku em xwe ji berê zêdetir birêxistin bikin û rê nedin îxanetkar û ajanan ku civaka me parçe bikin, divê ku em wekî aveke zelal biherik in û bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin."
Piştî wê Helbestvan Nalîn Yûnis helbestekek ku ji bo bîranîna şehîdan nivîsandibû, xwend.
Em ê hêza dijmin têk bibin
Li aliyekî din jî xwûşka Sosin Bîrhat Îlham Mihemed axivî û wiha anî ziman: "Dewleta tirk dixwaze hemû rojên me tarî bike, di êrîşa li ser gundê Şemoka ê Til Temirê de jî xuya bû ku dagirker çiqasî hewl didin hêza vê civakê bişkînin. Lê belê heya ku jinên berxwedêr û ciwanên pêşeng hebin, em ê tu carî nekevin û dijmin têk bibin."
"Sosinek şehîd ket, sosineke din li şûna wê hat cîhanê"
Nîhal Şahîn dayikeke ji Efrînê ye ji ber Sosin Bîrhat hezkirina xwe di dilê hemû Efrîniyan de dabû çêkirin, pê bandor bûye û ji bo bîranîna wê jî navê keça xwe dike Sosin. Nîhal Şahîn ji bo bîranîna Sosin jî vê yekê dibêje: "Piştî fermandar Sosin Bîrhat şehîd bû, min soz da ku ez ê navê zaroka xwe bikim sosin. Ji xwe min navê keça xwe jî kir sosin. Bila dijmin nefikire ku sosin şehîd xistin sosin qediyan, lê belê îro bi sedan sosin ji nû ve ji dayik dibin. Sosin Bîrhat jineke bihêz bû û koletî tu carî qebûl nedikir jî. Hêza me heye û em ê dijmin jî têk bibin."
Da ku giyanê wan neyên ji bîr kirin û bi dîtina wan şervan û rêhevalên wan hêz bigrin, wêneyên her 5 pekrewanan Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyifûlah li ser dîwarê Meclisa Leşkerî a Til Temirê ango li cihê ku lêşehîd bûbûn hatin xêzkirin.