Faten Shabaya li şaredariya Malden ê hat tayin kirin
Aktîvîdta Filistînî Faten Shabaya ya demek dirêje weke penaber li Kanada û Emerîkayê dimîne li Maldenê weke Komisyona Mafê Mirovan û Edaletê hat tayin kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Şaredariya Malden a Eyaleta Massachusetts a DYE yê Faten Shabaya ya Filistînî weke Komisyona Mafê Mirovan û Edaletê hat tayin kirin. Şaredariya Maldenê biriyara xwe ya tayîngikirina Faten ê wiha anî ziman: “Faten Shabaya di aliyê rêveberiyê de xwediyê demboriyek pispore, erebî dizane û di karên cuda de xebitiye. Em bawerin dê karê xwe bi serkeftî bike.”
Aktîvîdta Filistînê Faten Shabaya li gel nivîskarî, rojnamegerî, pisporiya tenduristiyê bi kesayeta xwe ya çalak tê nasîn. Li Kanada û Emerîkayê girêdayî koçberan gelek xebat kiriye.